Wezareta Perwerdê ya Turkiyeyê beriya niha bi mehekê, pirtûkek perwerdê ji bo lîseyê çap kir û belav kir. Di pirtûkê de, Suryanî/Asurî û mînorîtetên Mesîhî weke xayîn hatibûn nîşandan. Li ser vê yekê Parlamenterê nijad suryanî yê Sosyal Demokrat ê Swêdê Yilmaz Kerimo, pirsepêşniyazek pêşkêşî Wezîrê Karê Derve yê Swêdê Carl Bildt kir. Kerîmo, di pêşniyaza xwe de, bala wezîr Bildt kişand ser naveroka pirtûkê ku çawa Tirkiye, bi rêya pirtûkên perwerdê kîn û nefreta li dijî mînorîtetên li welêt, di nava xwendevanan de belav dike. Kerimo, nakokiyên di nav reformên Tirkiyeyê ji bo parastina mafê mirovan û xeterên li dijî mînorîtetan ku di pratîkê de pêk tên, eşkere nîşan da. Kerîmo, xwest ku Swêd û Yekîtiya Ewropa, bi helwestek guhertî nêzî Tirkiyê bibin û ji wan bi zimanekî eşkere bixwazin ku mafê mînorîtetan û mirovan garantî bibe û neyê binpêkirin.
Ji Carl Bild pirsa "Ji bo pirtûk neyê belavkirin û nerazîbûna Swêdê û Yekîtiya Ewropayê ji bo kirinên Tirkiyê li dijî mînorîtetan bê nîşandan, ew difikire çi bike?" hate pirsîn.
NAVENDA NÛÇEYAN