
Daxuyanî li ser navê KNK'ê ji aliyê Mihemed Emîn Pencewînî hat dayîn. Her wiha Wezîrê Karên Devre yê Kantona Cizîrê Salih Gedo û Serokê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Mihemedê Mûsê li civînê axivîn.
Civîna çameniyê pêk hat
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di encama êrîşa rejîma Sûriyeyê ya 12'ê Adara 2004'an de li Qamişlo bi dehan mirov hatin qetilkirin, bi sedan kes birîndar bûn bi hezaran kes jî hatin girtin, rastî îşkenceyê hat gotin.
Di daxuyaniyê hat gotin, "Em weke partiyên siyasî, rêxistinên civakî û gel di şexsê şehîdên komkujiya Qamişlo de şehîdên Rojava bi hûrmet bibîr tînin û gelê me yê Rojava ku ji 2004'an heta niha serî hilda ye silav dikin." Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tevî Rojavayê Kurdistanê ji aliyê erdnîgariyê ve parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ye jî bi berxwedana xwe ya efsanewî ya di du salên dawî, ne tenê di rojeva Kurdistanê, di rojeva siyaseta navneteweyî de ye jî cih girtiye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gel êrîşên komên çete û siyaseta ambargoyê jî gelên li Rojavayê Kurdistanê serî li ber zaliman netewandine û li dijî herr cûre êrîşan li ber xwe dane.
Rojava mîsogerî ye
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em weke hêzên Kurdistanî yên welatparêz bi rih û fikrên xwe her tim li cem gelê xwe yê Rojava ne, ku şoreşê pêş dixe. Bi desxistina azadiya xwe ya Rojava bi destxistina azadiya Kurdistanê ye. Li Rojava gelê me rastiya Rojhilata-Navîn baş xwend û gavên dîrokî yên çareseriya rast afirandin avêtin. Kurdistana Rojava di çareseriya xwe de bi hembêzkirina gel û baweriyên Ereb, Asûrî-Sûryanî, Keldanî Çeçen, Ermenî, Êzdî, Elewî, Mesîhî û Sunîî rê li ber siyaseta li ser dijminahiya gelan a li Rojhilata-Navîn hatiye sazkirin girt."
Roja hevgirtinê ye
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em weke hêzên welatparêz ên Kurdistanî modela diyarkirina çarenûsa xwe bi hûrmet dibînin û ji bo serketina wê em diyar dikin, ku emê xizmetên xwe pêşkêş bikin. Di demokratîkbûyîna Sûrî de jî têkoşîna siyasî û neteweyî ya gelê me ji bo Kurdistana Rojava bi afirandina çareseriya xwe û di serî de saziyên Kurd têkoşîna qebûlkirina vê yekê ji aliyê Rejîma Sûrî û hêzên navneteweyî ve bi awayekî fermî, ji bo zêdetir xwîn nerije helwesteke girîng e. Rojava destketiyeke di ser partiyan re ye. Ji ber vê yekê, qurbankirina Rojava ji berjewendiyên teng ên polîtîk re berevajî siyaseta yekîtiya neteweyî ye. Li her parçeyên Kurdistanê pêdiviya me bi siyaseteke yekîtiya neteweyî heye, ku her destketiyên gelê me yê bi berxwedanê hatine bidestxistin, weke destketiyên xwe bibîne û pê ser bilind be."
Kongreya Netewî
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya Kongreya Neteweyî ya Kurd û banga ji bo kombûna kongreyê careke din hat dûbarekirin. Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku serketina gelê Kurdistanê ya bi misogerî deynê hemû hêzên siyasî ji bo cangoriyên Kurdistanê ye û hat gotin: "Di meha Adarê de çi li Qamişlo, çi li Helepça û çi di raperînên li Başûrê Kurdistanê de mirovên me yên şehîd ketin, Kurdistaneke azad xeyal kirin û ji bo vê yekê şer kirin. Di veguherîna rastiya Rojhilata-Navîn de ji bo em çarenûsa xwe diyar bikin derfetên me ji her rojê zêdetir îro hene."
Rewşa Rojava
Li ser navê Kantonên Rojavayê Kurdistanê Salih Gedo û ji Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Mihemedê Mûsê axivîn. Mûsê da xuyakirin ku divê ji bo serketina şoreşa Rojava her kes beşdar bibin û rexne li wan hêzên ku bi hincetan beşdar nabin kir. Salih Gedo jî da zanîn ku kantonên li Rojavayê Kurdistanê gelekî baş dixebitin û destnîşan kir ku bi îlana kantonan re gel moraleke mezin wegirtiye.
SILÊMANÎ