KNK’ê diyar kir ku greva birçîbûna 63 roj li dû xwe hişt û ev tişt got: “Ev qonaxa herî krîtîk e û her saet, her deqîqe di jiyana girtiyên Kurd de giring e. Dewleta AKP’ê, hîna siyaseta mijulkirinê dimesîne û kiryarên fasîzan li dijî gelê Kurd zêde dike.” KNK’ê di berdema daxuyaniya xwe de diyar kir ku di vê qonaxa ku şerê li Sûriye cîhana global kiriye du qutup, pengava dîrokî ya girtiyên azadiyê, li çar parçeyên Kurdistanê û li tevahiya cîhanê dengekî mezin daye û ev tişt anî ziman: “Berxwedana dîlên azadiyê îro bûye xerca yekitiya gelên Kurdistanê. Gelê Kurd jî di nava yekitiyek dilsoz de rabûye ser piyan û ligel pengava dîrokî ya dîlên azadiyê cihê xwe girtiye.”
KNK’ê tevahiya çalakgerên di greva birçîbûnê de ku canê xwe ji bo azadiya gelê Kurd kirine mertal û têkoşîna gelê Kurd ya ligel girtiyan bi dilsozî silav kir û wiha domand: “Greva birçîbûn a ku di 12ê îlonê de dest pê kir, ketiye qonaxeke netirsî. Di 5’ê mijdarê de hejmara girtiyên di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de gihişt 10 hezarî. Desteka gelê Kurd, sazî û dezgehên sivîl ya partiyên siyasî jî bi heman dilsoziyê di asta herî jor de berdewam dike. Lê di vê qonaxa krîtîk de, pêwiste tevahiya gelê Kurd, bi sazî dezgehên civakî û pîşeyî, bi tevahiya partiyên siyasî ve ligel girtiyên azadiyê cihê xwe bigirin. Daxwazên girtiyan demokratîk in û yên tevahiya gelê Kurd in. Pêwiste gelê me jî, di her qada jiyanê de bi canfedayî ligel girtiyan têkoşînê bike. Ev têkoşîn, wê di vê pêvajoya dîrokî û hassas de bibe xwedî misyoneke çareseriya demokratîk.”
ANF/BRUKSEL