Komîteya Ragihandinê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), ji ber wefata kedkarê çapemeniya Kurd Mehmûd Onder, peyameke sersaxiyê weşand. Komîteyê da xuyakirin, ku Mehmûd Onder di nava 20 salên medya û rojnamevaniya Kurd de bi xurtî têkoşiya, kar û erkên xwe bi rengekî serketî bi cih anî û xizmeteke mezin pêşkêşî ezmûna medya Kurdî kir.” Di dawiya peyama xwe de KNK’ê ji malbatê, heval, hempîşe, medyakar û rojnamevanên Kurdistanê re sersaxî xwest.
BRUKSEL