KNKê çû serdana Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Komala Îslamî û Partiya Komînîst. Şanda KNK’ê di bin serokatiya hevseroka KNK’ê Nilûfer Koç, endamên KNK’ê Xebat Mihemed û Ferhat Doskî serdana navenda Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê ya li Hewlêrê kir. Şanda KNK’ê ji aliyê serokê giştî yê Partiya Zehmetkêşan Bellên Ebdullah, endamên civata navendî ya Partiya Zehmetkêşan Hîwa Seyîd Selîm û Nîştîman Kemal ve hatin pêşwazîkirin. Şanda KNK’ê ji ber piştgiriya Partiya Zehmetkêşan a ji bo ku Desteya Bilind a Kurd DBK wekî nûnerê kurdên Rojava tevlî konferansa Cenevre-2 bibe spasiya wan kir. Herwiha KNK’ê ji bo berdewambûna xebatên ji bo lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd piştgirî ji Partiya Zehmetkêşan xwest. Şandeya KNKê çû serdana Partiya Komînîst a Kurdistanê û Komala Îslamî jî. Şanda KNK’ê li buroya navendî ya Partiya Komînîst a Kurdistanê ji aliyê Berpirsê Têkiliyan Mihemed Şêxanî, Endamê Bûroya Peywendiyan a partiyê Hawta Resûl û Endamê Desteya Serokatiyê Hawrê Ebû Tara ve hatin pêşwazikirin. Di hevdîtina şanda KNK’ê û Partiya Komînîst de rewşa Rojava, amadekariyên Kongreya Neteweyî ya Kurd, Konferansa Cenevre-2 û ji bo rewşa Rojava ji nêz ve bişopîne avakirina şandek ji partiyên siyasî ku biçe Rojava hate nîqaş kirin. Herwisa jibo Desteya Bilind a Kurd weke nûnerê gelê Rojava beşdarî Konferansa Cenevre-2 bibe piştgirî ji partiya komînîst xwest.
Piştî hevdîtina xwe ya bi Partiya Komînîst a Kurdistanê re, şanda KNK’ê li ser heman mijarê bi Komala Îslamiya Kurdistanê re li navenda partiyê hevdîtin pêkanî. Şanda KNK’ê ji aliyê serokê Komala Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr, Endamên Bûroya Siyasî Abdulsitar Mecîd û Bîlal Silêman û Berpirsê Desteya Serokatiyê Nebez Ehmed ve hatin pêşwazi kirin. Di hevdîtinê de rewşa Rojava, Kurdistanê û Rojhilata Navîn hate axaftin. Bi taybet li ser pêşeroja Rojava û Konferansa Cenevre-2’yê axaftin hat kirin.
DÎHA/HEWLÊR