Rojnamevan Osman Çapan, ku bi kamera û mîkrofona xwe ji Kobanê heta her navendên xwerêveberiyê çû gelek çeperên berxwedanê û rastiya li van cihan ji raya giştî re ragihand, li çiyayên azad ku yek ji van çeperên berxwedanê ye, jiyana xwe ji dest da.

Osman Çapan, ji Kobanê heta Botanê li erdnîgariya Kurdistanê, bi kamera û mîkrofona xwe rastî ji raya giştî re ragihand. Herî dawî berê xwe da qadên azad û tevlî nava têkoşîna azadiyê bû. Çapaman li vê derê jiyana xwe ji dest da.

Çapan ê di nava civakeke welatparêz de mezin bû, li zanîngehê yekser dest bi karê ciwanan kir. Zanîngeh ji bo pêşvebirina xwe, weke firsendekê dît. Bi têgihiştina, ku sîstema perwerdeyê ya heyî tiştekî nade wî, di pola yekemîn a zanîngehê de ragihişt kameraya xwe, li Kurdistanê vegeriya û dest bi rojnamevaniyê kir.

Rêwîtiya rojnamevanekî

Çapan bi nûçeyên xwe, xebatên ciwanan ên li Amedê ji raya giştî re ragihand. Dema DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir, ew jî derbasî Kobanê bû û bi dîmen û wêneyên li vê derê kişandî, rewş radigihand. Piştî ku Kobanê bi temamî ji DAIŞ‘ê hate paqijkirin, Çapaman vegeriya Bakurê Kurdistanê û êdî li bajarên Bakurê Kurdistanê di nava şert û mercên şer ên 24’ê Tîrmeha 2015’an dest bi rojnamevaniyê kir. Çapan şahidî ji berxwedanên dîrokî yên li Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Gever, Sûr, Şirnex, Hezex û Farqînê re kir. Di televîzyona Stêrk TV de bi bernameya bi navê ‘Ronahiya Ciwan’ hewl da vê berxwedanê nîşanî tevahiya cîhanê bide.

Tevlî karwanê nemiran bû

Çapan piştî ku ji qadên xwerêveberiyê derket, bi kameraya xwe berê xwe da qadeke din a berxwedanê; çiyayên azad ên Kurdistanê. Li vê derê navê hevalê xwe yê li qada xwerêveberiyê jiyana xwe ji dest da Êrîş Botan li xwe kir. Çapan li vir jî bi erk û berpirsyariya xwe ya rojnamevaniyê rabû. Di 13’ê Mijdara 2016’an de ji ber bomberdûmana bi balafirên şer û gulereşandina ji maşînên zirxî yên bi tîpa kobra, li bejahiya Licê jiyana xwe ji dest da.

Armanca wî Kurdistana azad bû

Bav Mehmet Şîrîn Çapan destnîşan kir, ku kesayeteke cuda ya kurê wî hebû û got, “Bi zarokan re dibû zarok, bi extiyaran re jî dibû extiyar. Bi rûkeniya xwe her kes îqna dikir. Çavên me hê li rêya wî ye.” Bav Çapan anî ziman ku armanca kurê wî azadiya Kurdistanê û avakirina jiyaneke azad bû û diyar kir, ew ê heta dawiya emrê xwe bi bîranîna wî ve be.

Dayik Gulluşah Çapan jî diyar kir, kurê wî ji mirovan hez dikir û got, “Carna ji min re digot, hin dayik nedikarîn ji kamerayê re baxive. Her tim got, ‘Eger rojekê yek hat xwest bi te re hevpeyvînê bike, hingî baş baxive.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN