Di rojên destpêkê de meclîsên Efrîn û navçeyên wê bi alîkariya şêniyên herêmê koçber di 300 dibistan û mal û avahiyê vala de bicih kirin, ji ber pirbûna hejmara penaberan li gelek cihan 2 mal di odeyekê de hatin bicih kirin û bi hezaran çûn gel mirovên xwe yê li Efrînê. Tevî kêmbûna îmkanan alîkariya koçberan hate kirin û pêwîstiyên wan hatin temîn kirin. Her wiha Heyva Sor a Kurd û Desteya Bilind bi îmkanên xwe alîkariya koçberan kirin û alîkariyên ji Bakûr û Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava hatibûn şandin 26 qamyonan ji bo penaberan şandin.
Piştî mehekê alîkarî nema
Piştî ku mehek li ser penaberan re derbas bû, alîkariyên ku ji herêmê re hatibûn şandin ji aliyê meclîs û komîteyan ve hatin belavkirin. Meclîsên Efrîn û navçeyên wê diyar kirin ku embarên wan valabûne û îmkana ku pêwîstiyên penaberan temîn bikin nemaye. Her wiha şêniyên Efrînê jî qût û madeyên xwarinê ku ji malên xwe re hilanîbûn ji koçberan re pêşkêş kirin. Koçberan bang li saziyên mirovî, rêxistinên navnetewî û Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin ku erka xwe ya mirovî bicih bînin û destê alîkariyê dirêjî wan bikin.
Meclîs, sazî, rêxistin û şêniyên herêmê bi derfet û îmkanên xwe yên herî kêm jî di mehên destpêkê de pêwîstiyên 150 hezar penaberan bicih anîn. Lê ji ber ku Rojava pêvajoya şoreşê jiyan dike û bi giştî embargoyek heye, ji ber vê yekê Rojava bi giştî di nava kêm derfetiyê de ye û nikare pêwîstiyên jiyanî yên koçberan temîn bike.
ANHA/EFRÎN