Şanda KODAR’ê bi serpereştiya Hevserokên  KODAR’ê  Fuad Bêrîtan û Zîlan Tanya serdana Navenda  Komele- Rêxistina Kurdistana Hîzbî Komunîst a Îranê  kirin û avakirina eniyek demokratîk nîqaş kirin.  Şanda KODAR’ê ji aliyê şanda Komele ya bi serpereştiya  Sekreterê Giştî yê Komele Îbrahîm Elîzade ve hat pêşwazî kirin.

Herdû alî rewşa siyasî ya herêmê, bi taybet ya Rojhilatê Kurdistanê nîqaş kirin. Her wiha di serdanê de aliyan balkişandin ser  pêşketina metirsiyên  hişmendiya şovenîzim ya li herêmê û ragihandin ku pêşketina wê xetê li ser berjewendiyên gelên herêmê xalek metirsîdare.

Di serdanê de hat gotin ku pêwîste gelê Kurd  li her çar parçeyên Kurdistanê, li hember hişmendiya şovenîzmê, ew derfeta ku derdikeve  sud jê werbigrin û destnîşan kirin ku wê ev bi navê pêkanîna  eniyek çep û demokrasîxwazî û dijî faşîzmê pêkwere.

Di dewamiya serdanê de  karên hevbeş yên herdû aliyan  mijarek din ya serdanê bû û  bang li hemû aliyên din yên Rojhilatê Kurdistanê kirin ku  hewldanên xwe ji bo yekîtî û yek dengiyê bixin holê.

Di dawiya serdanê de ji aliyan bibîrxistin ku ewê ji bo vala derxistina siyasetên Rejîma Îranê, peywendiyên xwe bihêztir bikin. 


 SILÊMANÎ