KON-KURD’ê bang li Kurd û dostên wan kir ku piştgiriyê bidin berbijarên Kurd Seyran Papo, Hamîde Akbayir û Alî Atalan.
KON-KURD’ê der barê mijarê de daxuyaniyek da û bal kişand ku li Almanyayê nêzî milyonek Kurd hene û diyar kir ku ev şêniya Kurdan her ku diçe li Almanyayê bandorê li jiyana aborî û siyasî ya vî welatî dike. KON-KURD’ê aşkere kir ku ew piştgirî didin her sê berbijarên Kurd ên dikevin pêşbaziya hilbijartinê û bang li Krudan kir ku dengê xwe bidin wan. KON-KURD’ê bi bîr xist ku namzeta Kurd Seyran Papo ji bo hilbijartinên elayeta Schleswig-Holstein a di 6’ê gulanê de û Hamîde Akbayir û Alî Alatan jî ji bo hilbijartinê parlementoya eyaleta Nordrhein Westfalen (NRW) yên di 13’ê gulanê de dikevin pêşbaziyê. KON-KURD’ê bang li hembû Kurd, Asurî-Suryanî, Êzidî û Mislmanên Kurdistanî û dostên wan kirin ku dengê xwe bidin van her sê berbijarên Kurd.


ANF/BRUKSEL