Konferansê li bajarê Holandayê  Fîliyo  du rojan dewam kir. Hevserokên PYD’ê Asya Ebdulah, Salih Muslim û 100 nûnerên partî û rêxistinên siyasî, nûnerên Kongereya Netewî ya Kurdistanê (KNK), Kongereya Gel a Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtî Niştimanî Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (PDKS) û Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê (Hevbend) jî beşdarî konferansê bûn.

Piştî nîqaşan, raporên derbarê xebatên par yên siyasî, rêxistinî û dîplomasî, raporên xebatên jinan û ciwanan hatin xwendin. Li ser kêmasî û aloziyên derketin holê nîqaş hatin kirin. Zordariya gel pêre rûbirû dibe û êrîşên têne kirin ku dibin sedema koçberiya gel, hatin nirxanin.

Di Konferansê de hin biryarên ku di konferansa jinan û ciwanan de hatibûn destnîşan kirin, hatin erêkirin û ev biryarên girîng û hin biryarên din hatin destnîşankirin.


Biryarên hatin destnîşankirin wiha ne:

1- Meclîsa Rêxistina Ewrûpa ji 37 kesan hate hilbijartin, bi nisbeta ku ji sedî 40 ji herdu zayendan be, hema kota ji bo endametiya ciwanan jî lê ye.

2- Di nava endaman de rêxistinkirin bê pêşxistin, rêxistinkirin ji gund, tax, herêm û bajaran dest pê bike. Zêdekirina hejmaran nisbeta 100 ji 100´yî.

3- Di xebatên rêxistinî, çandî, çapemenî, jin, ciwan û dîplomasiyê de pisporî bê pêşxistin.

4- Konferansên herêmî ji hemû rêxistinên partiyê yên li hemû bajarên Ewrûpa re bêne lidarxistin.

5- Buroyên dîplomasî û ragîhandinê yên pariyê yên heyî bêne piratîzekirin û buro li piraniya bajarên Ewropa û paytextên wan bêne vekirin.

6- Dewreyên perwerdeyê yên navendî û herêmî ji hemû rêxistinên partiyê re bêne vekirin û endamên partiyê bêne amadekirin.

Li kêleka biryarên li jor hin plan û pirojeyên din ên hatibûn pêşniyarkirin û di warê pêşxistina xebatên siyasîû rêxistinkirinîû de hatin destnêşankirin û bi taybet di warê xebatên ji nû ve avakirina Kobanê.

Di dawiya konferansê de endamên Meclîsa nû li gorî rewşa cografî hatin hilbijartin. 


  AMSTERDAM