Koroya zarokan a ku bi pêşengiya Şaredariya Çinarê ya DBP’î û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê ji zarokên li şaredariyên Şemrex, Bismil, Êlih, Dersim û Çinarê perwerdehiya muzîkê dibînin pêk tê, hindik ma ku albuma xwe ya yekemîn derxînin. Zarokên ku beşdarî kursên erbane, tembûr û gitarê yên beriya 4 salan Midûriyeta Karên Civakî û Çandê ya Şaredariya Çinarê dayî destpêkirin bûn, niha bi albuma xwe ji bo xebatên profesyonel gav avêtin. Koroya her saziyê wê straneke bi Kurdî bibêje û bi vî rengî album wê temam bibe. 


Wê du mehên din derkeve


Mamosteyê muzîkê yê Şaredariya Çinarê Azad Bedran têkîldarî albuma zarokan agahî dan û diyar kir ku ev 2 sal in ji bo albumê xebatê dikin û wiha peyivî “Li Mezopotamyayê saziyên ku xebatên çandê dikin, koroyên wan ên zarokan hene. Armanca me anîna li cem hev a koroyan û bi awayekî komunal bi navê ‘Kulîlkên Mezopotamyayê” çêkirina albumekê ye. Di vê xebatê de saziyên ku cih digirin dê her yekî stranekê bibêjin. Ji bilî klasîkên Kurdî berhemên nû jî hene û 8 stran wê di albumê de cih bigirin. Amadekariya albuma li Komeleya Dîcle Firatê tomarkirina wê ya deng hat kirin, temam bû. Qederê 2 mehên din album bi etîketa Kom Muzîkê wê derkeve.”


Piştî 25 salan xebata yekem


Bedran got, ev album wê bibe xebateke duyemîn a bi vî terzî û wiha axivî: “Beriya bi 25 salan bi navê Gulên Mezra Botanê albumek derketibû. Piştî 25 salan bi pêşengiya Şaredariya Çinarê û Komeleya Çand û Hunerê ya Dicle Firatê albumeke din wê derkeve. Di demên pêş de xebatên me yên cuda jî hebin.” 


 AMED