Têkildarî hatina Kurdistanê û tevlîbûna nav Yekîneyên Paratina Gel (YPG) û YBŞ’ê axivî û got ku ew ji bo li dijî kiryarên qirêj ên DAIŞ’ê şer bike, hatiye Kurdistanê.

Patrick Ryan Kasprik wiha domand: “Temenê min 25 sale. Di meha Çileya 2016’an de ez hatim Kurdistanê û tevlî YPG’ê bûm. Wek şervan li eniya Şedadê bûm. Ez tevlî operasyona rizgarkirina Mînbicê ji bûme. Piştre ez hatim tevlî refên YBŞ’ê bûm û li vir parastina gelê Êzidî dikim.  Ez gelek keyfxweşim ku  ez livir û ji bo rizgarkirina gelekê şer dikim.”

Di jiyana min de ezmûneke mezin

Patrick Ryan Kasprik ragihand ku hatina wî li vir ji bo jiyana wî ezmûnek gelek mezine û wiha pêde çû: “Dema ez li welatê xwe, min di nexweşxaneyekê de karê doktorî dikir. Min ji tecrûbeyên xwe yên li wir gelek tişt veguhast Kurdistanê.  Her wiha ez li vir fêrî gelek tiştan bûm û dema ez vegeriyam welatê xwe, ezê wan bikar bînim. Ez dizanim dema ez vegerim welatê xwe, nikarim weke berê jiyana xwe berdewam bikim. Ji ber ku gelek tişt di jiyana min de hatiye gûhertin.”

Patrick Ryan Kasprik qala armancên xwe yên hatina nav refên YPG û YBŞ’ê kir û wiha got: “Ez ji bo li dijî kiryarên qirêj ên DAIŞ’ê şer bikim, hatim Kurdistanê. Ji ber ku pêwîstiya gelê vir bi derman û pêwîstiyên tenduristî heye.  Ez li vir ezmûnên xwe yên zanîngeh û karkirinê ji bo xizmeta gel bikar tînim. Di wê baweriyê deme ku bivî awayî alîkariyek baş ji bo şervan û gel dikim. Her wiha di aliyê leşkerî de ji gelek tişt fêrbûm.”


‘Min civak û dîroka Kurd nas kir’

Patrick Ryan Kasprik wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ez li nav YPG’ê de bûm, li gel 200 hevalên din bûm. Li Mînbîc li gel gelek hevalan me alikariya welatiyan kir. Min di van karan de rastiyek dît. Ji ber wê ez gelek serbilindim ku beşek ji YPG û YBŞ’ê bim û keyfxweşim ku li gel gelê Kurdim, alikariya wan dikim û li gel wan dijîm. Der barê  civak û dîroka Kurdan de ji ez gelek tişt fêr bûm. Dema ku ez vegerim welatê xwe, dizanim wê ev zanyariyane ji bo min pêwîst bibe.”

Peyama min ji bo gelên cihanê ew e ku li vir ne tenê pêwîstiya me bi şervan û çekan heye,  di heman demê de pêwîstiya me bi doktor û hêzên alîkariyê ji heye. Ji ber ku di şer de rûxandin û talan kirin gelek hêsane. Ya girîng ji nûve avakirina ew encamên şere.”

 NAVENDA NÛÇEYAN