RÊBAZ HESEN / ANF / KERKÛK


Parlamenterê parlamena Iraqê yê YNK’yî Mihemed Hecî Osman, têkildarî gotinên Erdogan ê ku digot, “Tu mafê Kurdan li Kerkûkê tine, ew li wê derê dagirker in” got, “Heke ew dixwazin dagir bikin, meydan li vir e, fermo bila werin.”  Mihemed Hecî Osman ji bo gotinên Erdogan got, “Ev gotinên nêteke xerab in. Heke fikreke wan a dagirkeriyê heye, meydan li vir e, fermo bila werin.”


‘Bila li dîroka Iraqê binihêre’

Osman diyar kir ku ji bo fêmkirina rastiya Kerkûkê divê baş li dîrokê binihêrin û got, “Ji zû ve ye, Erdogan û alîgirên wî, wekî rejîmên kevn ên Iraqê dixwazin Kurdan ji Kerkûkê derxînin. Lê rejîmên kevin bi xwe jî bi ser neketin û ji Kerkûkê derketin. Ji sala 1921’ê û vir ve di hemû hilbijartinan de Kurd li Kerkûkê di rêza yekemîn de ne. Di dema komar, meliktî û darbeyan de, di dema Seddam de jî ev wisa bû.” Osman têkildarî temsîliyeta Kerkûkê jî agahî dan û got, “Piştî ku sala 2003’an em vegeriyan Kerkûkê jî rewş neguherî. Niha li Parlamena Iraqê 13 kursiyên Kerkûkê hene. Yek jê bi kotayê ya Asûrî û Suryaniyan e. Ji 12 kursiyan 8 jê yên Kurdan in. Ev hemû delîl û belge ne.”


Ji bavê xwe ve bê minet kir

Osman ev pirs ji Erdogan kir: “Kesekî ku xwe weke ‘lîderekî cîhanê’ dibîne, gelo çawa dikare dereweke bi vî rengî bike? Vê derewê çawa li kesayetiya xwe tîne?” Osman got, “Eger ji vê re dibêje siyaset, nexêr siyaset tiştekî bi vî rengî nîne. Tenê armanceke van gotinan heye. Ew jî, dagirkirina Kerkûkê ye. Desteserkirina dewlemendiyên Kerkûkê ye. Wekî din ti wateyeke xwe nîne. Ev yek, gotinên destpêkê yên niyeteke xerab in. Yên ku bi vî rengî difikirin; meydan va ye, bila bên meydanê. Heta ku Kurdekî bi tenê bimîne wê dest ji Kerkûkê neyê berdan. Ev der axa bav û kalên me ye.”


Yekane rê yekîtiya neteweyî ye

Parlamenterê Parlamenta Iraqê Mihemed Hecî Osman got, rûyê rast ê Erdogan li Bakurê Kurdistanê hatiye dîtin û wiha dewam kir: “Hêz û partiyên siyasî yên Kurd ên hînê hêviyê ji Erdogan dikin, bila êdî niyeta Erdogan bibînin. Ev şexs, dijminê Kurd û Kurdistanê ye. Ji vî kesî dost nabe. Ji bo dîtina vê rastiyê gelo divê hê çi biqewime? Bûyerên li Bakurê Kurdistanê qewimîn li pêş çavan in. Sedema wan bûyeran Erdogan bi xwe ye. Ji destê wî bê, wê heman tiştî li Başûrê Kurdistanê jî bike. Li hemberî vê yekê, yekane rêya li pêşiya gelê me, yekîtiya neteweyî ye.”


Erdogan çi gotibû? 

Erdogan dema ji Îranê li welatê xwe Tirkiyeyê vedigeriya, di balafirê de li ser Kerkûkê gotibû, “Ti hiqûqeke Kurdan li wir nîne. Ew niha li wê derê hêzeke dagirker in. Hêz di destê wan de heye û bi bikaranîna wê hêzê her tim hewl didin bikevin nava Kerkûkê. Lê belê rêveberiya navendî wê gavên pêwîst ên ji bo Kerkûkê biavêje. Hevdîtinên me yên bi Iraq û Îranê re dewam dikin. Gavên divê werin avêtin çi bin, wê werin avêtin. Em ê ji bo Kerkûkê van gavan biavêjin, ji bo Mûsilê jî biavêjin.”