Dersên li malên perwerdehiyê tên dîtin bi sirûda "Ey Raqip" dest pê dike. Mamosteyê polê Giyasettîn Gumuş diyar kir ku xwendekarên tev li dersan dibin bi baldariyek gelek mezin guhdar dikin û xuya ye ku çiqasî girîngiyê didin ziman.

Zarokên ku malbatên wan hatin koçberkirin û li metrepolan rastî polîtikayên înkar, bişaftin, îşkence û zilmê hatin, niha li zimanê dayikê xwedî derdikevin. Ji ber ku li Tirkiyeyê Kurd nikarin bi awayekî fermî li dibistanan ferî zimanê xwe bibin, li kursên kolan û malan fêrî ziman dibin. Welatiyên ku ji bo zimanê xwe li hemberî polîtikayên înkar û bişaftinê biparêzin ketine nava hewldanekê. Malbatên Kurd bi taybetî li metropolan li dijî polîtikayên bişaftin û windakirina çand û ziman di nava têkoşînek mezin dene. Li navçeya Seyhana Edeneyê jî welatiyên ku dixwazin ferî zimanê xwe bibin di pêşengiya KURDÎ-DER'ê ya Edeneyê de li taxa Obayê xaniyên perwerdehiyê vekirin.

Mercên perwerdehiyê avakirin

Şaxa KURDÎ-DER'ê li taxa Oba ya Seyhana Edeneyê ji bo perwerdehiyê bide xwendekaran xaniyekî xerabe ji nûve restore kirin û wekî dibistanê bikar tînin. Li xaniyê ku polek wî heye 35 xwendekar lê perwerde dibin. Xaniyê ku şert û mercên wî xirab, li gel şert û mercên xerab xizmeta perwerdehiya ziman dide zarokan. Welatiyên taxê ku bi derfetê xwe maseyên kef û kursiyên şikestî kom kirin şert û mercên dayîna perwerdehiyê avakirin. Li mala perwerdehiyê ku kompitûr, makîna kopîyê û pirtûk tune, xwendekar û mamoste di nava zahmetiyên mezin de perwerde didin û dibînin. Ji ber şertên aborî û tunebûna malzemeyan bi alav û amûran fêrî peyvan dibin. Dîsa diçin bazarê û alav û amûrên ku nayên bikaranin û weki amurê perwerdehiyê bikar tînin.

Berî dersê sirûda 'Ey Raqip'

Dibistana ku nêzî 70 xwendekaran serlêdan kir ji ber hatina havinê ev hêjmar niha derket nêzî 20'ê xwendekan ji ber kar û barê malbatî navber dane perwerdehiyê. Xwendekarên ku temenê wan di navbera 10-13 salî de berdewam dike bi keyfxweşî û heyecanek mezin tev li dersan dibin.
Mamoste û Rêveberê KURDÎ-DER'ê ya Edeneyê Giyasettin Gumuş diyar kir ku dema derbasî polê dibe hemû xwenekar bi rûyekî kenf wî pêşwazî dikin û li bi heyecanek mezin li benda dersê ne. Gumuş, da zanîn ku her roj bi rêk û pêk ders bi sirûda "Ey Raqip" dest pê dike û piştre bi baldariyek mezin li wî guhdar dikin. Xwendekarên beşdarî dersê dibin di nava xwe de bi Kurdî diaxivin û hewl didin ferî ziman bibin. Mamoste Giyasettîn Gumuş, da zanîn ku şert û mercên ku gelê Kurd bi derfetê xwe fêrî zimanê xwe bibe û bi zimanê xwe perwerde bibe tune, lê ew wekî KURDÎ-DER'ê zorê li van şert û mercan dikin û armanc dikin ku qadên nû û derfetên nû ava bikin. Gumuş, da zanîn ku KURDÎ-DER'ê ji sala par heta niha nêzî 300 xwendekar mezûn kirine û di nava 2 salan de 20 mamoste perwerde kirine.
Gumuş, da zanîn ku pirojeya wan a herî mezin armanc dikin ku li her taxên Kurd lê dijîn bi vî rengi malên perwerdehiyê vekin. Gumuş, da zanîn ku di nava şert û mercên gelek zahmet de perwerdehiyê dibînin û di nava lêgerînek mezin de perwerehiyê didin. Gumuş, da zanîn ku ger derfetên wan hebin dê ji 7 salî heta 70 salî perwerde bidin. 

DÎHA/EDENE