- Delegasyona lijneyê piştgiriyê dide pêvajoya aştî û çareseriyê, ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin.
- Delegasyona lijneyê biryar da ku tevli qanpanya ya ku li Ewrupayê ji aliyê CDKê ve bi navê "Nehat Fêmkirin" hatiye destpêkirin bibe û vê qampanyayê li Bakûrê Kurdistanê jî bixe meriyetê.
Di çarçoveya vê qampanyayê de delegasyona lijneyê di serî de bang li siyasetmedar, parlementer, şaredar, pêşengên civakê û hemû gelê Kurd dike ku di hemû qadên jiyanê de bi zaimanê xwe yê dayîkê (Kirmanckî, Kurmancî) bi kar bînin. Di çarçoveya vê kampanyaya ku ji aliyê CDK'ê ve hatiye lidarxistin de em, ji kesên ku bi zimanê biyanî diaxivin re bibêjin "Nehat fêmkirin, ji kerema xwe re bi Kurdî."
- Delegasyona lijneyê bang li dewletê dike ku li gorî divêtiya pêvajoyê tevbigere û demekî berî ya din gavên li gorî pêwîstiya pêvajoyê biavêje.
- Delegasyona lijneyê helwesta qada ziman a di derbarê dersên hilbijarî û zanîngehên ku qaşo beşên Kurdolojî bi navê "zimanên ku dijîn" lê hatine vekirin red dike. Dersên hilbijarî wekî heqaretê ya li Kurdan dibîne û zanîngehan jî wekî rewakirina lîstikên dewletê dinirxîne.
- Delegasyona lijneyê piştgiriyê dide têkoşîna li rojava û berxwedana gelê rojava slav dike. Delegasyona lijneyê bang li gelê Kurd dike ku bi rihê seferberiyê tevlî hemû çalakî û xebatên ji bo têkoşîna Gelê Rojava bibe.
DÎHA/AMED