KURDÎ-DER’ê, bi boneya belgedayîna 16 atolyeyan ku ji 270 xwendekaran pêk tê û bi minasebeta serdema nû bidin destpêkirin li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn şahiyek pêk anî. Şahî bi ji bo kesên di têkoşîna demokrasîyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgiritnê destpêkir. Pişt re sirûda Ey Raqîp hate xwendin. Serokê Giştî yê KURDÎ-DER’ê Burhan Zorooglu di destpêka şevê de axaftineke kir û zextên li ser zimanê kurdî rexne kir. Berdevkê TZP’ê Mehmet Şahîn jî axaftina xwe de li ser perwerdehiya zikmakî sekinî û piştre niviskar Mehmet Devîren bi helbestan tevlî şevê bû. Sînevîzyona ku KURDÎ-DER amade kiribû di nav temaşevanan de kelecaneke mezin afirand û çepikek xurt girt. Niviskar Îrfan Babaoglu jî bi helbestekê piştgrî da şevê û di helbestê de evîna Mem û Zîn hêstên xwe anî ziman. Daxuyanîyên KURDÎ-DER’ê ya ku dê di pêşerojê de bi soranî û dimilkî jî perwerde bê dayîn ji gel piştgri girt û hate zanîn ku di demeke kurt de dê xebatên wan destpê bike. Di şevê de pankartên „We got hûn tunene“, „Em dibêjin em hene“ bal kişand. Hûnermend Çîyager bi stranên şoreşgerî temaşevanan rakir ser piya û Koma Jiyara ya ku di bin baskê Sazîya Dîcle-Firat’ê xebat dimeşînin jî stranên akustîk ji gel re lêxistin. Koma Şîtar jî bi erbaneyên xwe tevlî şahiyê bûn û stranên otantîk ji gel re pêşkeş kirin. Piştî stranan xwendekarên ku ji atolyeyên KURDÎ-DER’ê mezun bûn di şevê de belgeyên xwe girtin û şev bi govendê bi dawî bû.
DÎHA/AMED