Kampanya nû, ya bi slogana “Nehate fêmkirin” hatiye destpêkirin, weke kampanyayeke duyem a “Êdî bes e” ye. Ew kampanya jî bi berfirehî li her derê ku kurd lê dijîn hatibû destpêkirin. Kampanya kêr gihaye hestî ye, dahola hewarê ye. “Êdî bes e” ya ewil bi giranî li dijî siyaseta dewleta tirk, zilm û çavsoriya wê, bêperwayî, sînornenasîyên wê bû. Li dijî qetlîamên dewletê, her core nerewayî û bêhiqûqiya wê bû.

Lê belê di vê kampanya ziman ya bi navê “Nehate fêmkirin” de hedefa kampanya hinekî jî em bi xwe ne. Saziyên me ne, siyasetmedarên me, malbatên me û em bi giştî ne. Bi giranî herkes e û herkesên li himberî zimanê xwe bêxem û sersar radiwest in hedefa kampanyayê ne.
Ji ber ku ne asimîlasyonê, belê ji wê jî zêdetir otoasimîlsyonê, pişta me şikenandiye. Kesê û kesa otoasimîlasyonîst, bixwaze nexwaze, hişmendane yan jî bervaja, dibe burxeyeke mekanîzmeya asimîlekar. Ji vir û pêde êdî hewcedarî bi dewletê û zora dewletê jî namîne. Kurdê dev ji kurdî berdide, êdî ew zaravayê kurmancî ye, kirdkî-zazakî yan jî soranî, hewremanî, kelhûrî yan jî zarava û devokeke din e, ferq nake, êdî ew xwe bi xwe dora xwe asimîle dike. Otasimîlasyon, asimîlasyona serketî ye.
Em her kes, navekî me heye, em ji dê û bavekî ne, li cîhekî ji diya xwe bûne, me çavên xwe vekirine. Zimanekî me heye, mensûbiyeteke me heye: Em mêr in, jin in, ciwan û zarok in, Misilman in, Êzîdî ne, Elewî ne, Asûrî ne Yahûdî ne. Ev giş her yek bi serê xwe core û celebek nasnameyê ne. Her netew, bi çand, ziman û nasnameya xwe xweseriyek e, rengek e. Bi gotineke din, asimîlsyon û otoasimîlasyon hev xwedî dikin, encam û sebebên hev in.
 
Divê em zimanê xwe bizanin

Mesela ziman dabaşeke fireh û piralî ye; mesela pêdebûn û çêbûna ziman, komên ziman, zimanê kurdî dikeve kîjan komê, tekstên ewil bi zimanê kurdî, zimanê dayikê, zimanê standart û yekgirtî, zarava û devkên ziman, rola ziman, teoriyên li ser zimên, qonax û merhaleyên zimên û bi dehan dabaşên din hene. Qasî pirsgirêkên akademîk, pirsgirêkên ku em rojave pê re rû bi rû dimînin jî girîng in. Dîrok û mekanîzmeyên asimîlasyonê, berxwedana li himber wê, otoasimîlasyonê, li malê, di jiyana rojane de, di komela û saziyan de rewşa zimanê kurdî divê were nirxandin.
Berî her tiştî dema em dibêjin zimanê kurdî mebesta me hemû zaravayên kurdî ne. Ango  kurmancî, soranî, kirmanckî, hewremanî, kelhûrî û hwd in.
Dema em dibêjin kurd jî hemû kesên kurmancîaxêv, zazakîaxêv, soranîaxêv û hewremanîaxêv in. Ez gelek caran bi qerf be jî dibêjim hê tam nebûme kurd. Ji ber ku ez bi kirmancki nizanim. Dilêmin pirr dibije wan kesan ku hem bi kurmancî û hem jî bi kirmanckî zanin.
Ez bi xwe kêm zêde çend zimanan zanim, belê îro ji bo min fêrbûna zaravayê zazakî yan jî zaravayek din yên kurdî ji her zimanekî din girîngtir e.
 Naxwe ewil berî giş zimanan, zimanê me girîng e ji bo me, em divê zimanê xwe zanibin. Ewil kurdî piştre tirkî ,erebî û farisî, elmanî û ingilîzî.
 Zimanzanîn tiştekî baş e, bila xelet neye fêmkirin. Mirov çend zimanan zanibe,mirov ewqas mirov e dibêje hîmdarê elfebeya kurdî ya latînî Celadet Bedirxan. Lê zimanê dayikê di ser hemû zimanan re ye.
 Bi gotinên din Kuran, Zebûr, Tewrat, Încîl  pîroz in, serçavan. Lê belê berî zimanên wan divê mirov bi zimanê Ehmedê Xanî, Melayê cizîrî, bi zimanê Mem û Zînê zanibe.

Xetereya li ser ziman

 Zimanê mirov rûmeta mirov e, ev tim tê gotin, divê bê gotin û dubarekirina wê ne bêcîh e. Zimanek girêdayî çend tiştan bi pêş dikeve, geş û gurr dibe, yan jî berovajî vê qels dibe, serberjêr dibe. Ev jî di dereceya yekem de axaftina bi ziman, xwendin û nivîsandina bi ziman û ya herî girîng jî perwerdeya bi ziman e ji ber ku herdû xalên ewil di nav xwe de digre.
 Dema mirov ji awira van hersê rastiyan li rewşa zimanê kurdî binere herçendî hişmendiya zimên û xwedîderketina li zimên pêleke xwurt birêde ye, ketiye rê jî, mirov nikare bêje ku xetera li ser zimanê kurdî nemaye. Berovajî vê yekê, xeterê mezin e û çendalî raserî zimanê kurdî ye. Tevgera rizgarîxwazî bi taybetî û kurdên şiyar bi giştî ku serwextê vê xetereyê ne, çaralî zorî dane dewletê, di meclîsê de, di meydanên mitîngan de, bi riya daxwazên konên çareseriyê û bernameya xweseriya demokratîk tim balê dikşînin ser vê xalê û nahêlin cihê wê ji serê rojevê dakeve.

Asîmîlasyon û otoasîmîlasyon

 Xala ziman û perwerdeya bi zimanê kurdî rastiyeke dudamarî ye. Li aliyekî bi awayekî pirr xwiya bi nisbet berê hejmara kesên bi kurdî dinîvisînin, bi kurdî dixwînin, hejmara malperên bi kurdî weşanê dikin zêde dibin û li aliyê din di jiyana rojane de herçendî li hinek bajar û herêmên kurdistanê rewş baştir bê jî asta axaftina bi zimanê kurdî kêm dibe.
Mirov li heman xalê ji awira asimîlasyon û otoasimîlasyonê jî binere. Asimîlsyon û otoasimîlasyon hev bixwedî dikin, encam û sebebên hev in. Asimîlasyon heta wernegere otoasimîlasyonê ne bikêr e, asimîlasyona otoasimîlasyonî nebûyî bisînor e. Beşeke ji jiyana rojane, çend saetek in, demeke ku ne serdestê giş jiyanê ye, erd û cihê wê jî xwiya û diyar e; dibistan e, daîre ne, cihên fermî ne, bi giranî ew cîh in ku lewhên mîna “Turkçe konuş“ dalaqandî ne. Lê belê otoasimîlasyon herder e. Xwe bixwe asimîlekirin û alîkariya asimîlasyonê ye, her cîh û devere otoasimîlekar li wir e.
 Otoasimîlasyon ji asimîlasyonê jî xetertir e, di otoasimîlasyonê de asimîlekar dikeve her mal û malbatê, li her derê digere û bêpere, bidilxwazî dikeve xizmeta dewletê. Lê ne ev bi tenê ye…
Dewlet ji asimîlasyonê zêdetir xwe bi otoasimîlasyonê rewa dike, pêşwaziya rexneyên li dijî asimlîasyonê dike û dibêje ev tercîheke demokratîk e.  Zimanê me ji du aliyan tê kuştin. Ev alî jî asimîlasyon û otoasimîlasyon in. Di dem û qonaxekê de ku li dijê asimîlasyonê  xebat ji hergav xwurtir e hê bi nisbeta pêwist talûka otoasimîlasyonê nehatiye fêmkirin.

Asimîlasyon li ku dest pê dike?

 Asimîlasyon proses û pêvajoyek e, li cîhekî û li derekê dest pê dike. Destpêk bajar û herêmên li ser sînoran, sînorên di nav kurd û tirkan de ne. Ji Sêwasê, Erzinganê, Meletiyê, Mereşê, Osmaniye û Skenderûnê dikeve rê, ji wur ber bi hundur de pêla asimîlasyonê xelek bi xelek fireh dibe dikeve Dîlokê, Kilîsê, Nizîpê, Îslahiye. Di jor de ji Erdehanê, Qersê, Erziromê, Dêrsimê û ji Agiriyê bigre li tevahî bajarên kurdan belav dibe. Berê xwe dide tevahî bajarên mezin û ji wir jî dadigere bajarokên hê biçûktir û sal bi sal xwe dighîne gundan, digihe ziving, mezra û cihên herî biçûk.
 Deriyê vê proses û pêvajoyê ziman e. Her tişt ji ziman dest pê dike, ziman cihê herî nişmî û navendî ye ku te ziman feteh kir, fethên din didin pey. Nihat Sami Banarli yek ji çend kesan e ku zemanekî kitêbên wî di xwendegehan de dihatin xwendin. Li cîhekî behsa mafê fethê û fetehkirina welatan dike : “Welatê tu feteh dikî êdî hertiştê wî welatî yê te ye. Jinên wî welatî, erd, dîrok û her şaxê çandê dikeve bin teserufa te. Ev mafê fetehkar û bedêla fethê ye.”
Kilîta asimîlasyonê ziman e, dil û nêynika asimîlasyonê ziman e. Ne bila sebeb hatiye gotin ku “Heta zimanê te hebe tu heyî”. Ku zimanê te çû tu jî diçî, tu jî dide pey. Û yeke din; tê zanîn ku li gora tarîf û pênaseyeke navneteweyî nivîsandin û berhemên ne bi zimanê te ji wêjeya te jî hesab nabe. Dema em bala xwe didin rewşa Bakur û ji awira rewşa zimanê kurdî li meselê dinêrin rewş neyênî û dualî ye.

Bikaranîna kurdî kêm e
 Li aliyekî mirov hejmara nivîskarên bi kurdî dinîvsînin, pirtûkên bi kurdî derdikevin, dersxaneyên dersên kurdî, rewşenbîrên di bernameyên TV û radyo de bi kurdî diaxivin, li hejmara malper û nivîskarên wan dinêre mirov kêfxweş dibe. Lê belê li aliyê din hejmara milyonên di jiyana rojane de, li mal, li cihên kar ne bi kurdî, belê tirkî bikar tînin, bi taybetî dema mirov li rewşa zarok û ciwanan dinêre, zelal û vekirî derdikeve ku asta bikaranîna kurdî bi herdû zaravayên xwe kurmancî û kirmanckî tengtir e û tengtir dibe.
Asimîlasyon ber bi gundan de ketiye rê. Rêzefilmên asimîlekar hem îdeolojîk û siyasî, hem jî zimanî bi leza agirê girtiye pûş bela dibe.
 Dewleta Tirk , dewleta asimîlekar îro di eniya tengkirina coxrafya zimanê kurdî de xwe serketî dibîne, xwe serketî hesab dike.
 Sala 1991´ê Ozala wiha digot : “Bila kes nebêje em rê li zimanê kurdî digirin, ev nerast e, fermo bila kurd kovar, rojname û tiştê dixwazin derxin, biweşînin. Nikarin, ji ber ku zimanê wan têra vê nake, têra rojname, roman û siyasetê nake”.  Ozal ewçendî ji asimîlasyona 70 salên berî xwe piştrast bû.

Bêxemiya li hemberî zimanê dayîkê

 Di her aliyê jiyanê de mirov bi hesanî dikare sersarî û bêxemiya li beramberî zimanê dayikê bibîne, lê rast bê û jê re bibe şahid.
Sersarî û bêxemiya li hemberî ziman mezin e. Jiyana me bi piranî zimanê serdest, asimîlekar û dagîrkeran e. Di civîn, çalakî platformên me de tirkî serdest e, axaftina bi kurdî tenê êdî di peyvên “Rojbaş” û “Êvarbaş“ ê  de maye. Ev ne li xêra me ye, neyarê siberoja me, tevahî nifşên me ye.
 Xalên bêne destnîşankirin zêde ne, bi hejmarê xelas nabin. Em kurdên jî bakur kurdên perçên din jî di nav xwe de fêrî zimanê serdest dikin, biyaniyên tên nav me jî li şûna kurdî, mixabin ji me tirkî fêr dibin. Kurd bi kê re dizewice ew û zarwên xwe asimîle dibin.
 Gazin ji dewleta tirk nabe, dewleteke ku destên wê di xwîna ermenî, suryanî, pontûs, ereb û kurdan de ye. Belê gazina me divê ji me be jî. Naxwe divê û pêwist e bi qasî em li dijî asimîlasyonê ne, ewçendî jî em beramberî xwe rexnegîr bin. Pirsgirêk ne bi tenê kurdiya qels û lewaz e jî, lewaziya hestên neteweyî, rûmeta însanî, hestên korbûyî û mêjiyê arqozkî û pûçbûyî ye.

Wezîfe dikeve ser milê me

 Nûnerên tevgera azadiya kurd gotibûn “Şoreşa me bi tirkî dest pê kir, belê gerek ji îro û pê de bi kurdî dewam bike.” Ev gotin wezîfeyên li pêşiya me û hewldanên divê em bikin jî destnîşan dike. Ji bo jiyana me, hebûna me bi kurdî dewam bike, destpêke wezîfe dikeve ser milê me. Divê em ji xwe, ji mala xwe, ji saziya xwe dest pê bikin. Berî ku em mafê zimanê dayîkê ji dewletê bixwazin, divê em wî mafî bikarbînin, bi daxwaz bin û ji bo bikaranîna wî ya di jiyanê de bikevin nav hewldanan.
 Ziman îro bûye daxwazeke sereke. Divê mirov vê di bernameya KCD´ê û BDP´ê û di rêxistinên din yên kurdan de û li dadgehan di xweparastinên siyasetmedarên kurd de zêdetir bibîne. Dawî ev divê bê gotin : Mesela ziman, ne meseleyeke em bihêlin sibê ye. Divê mirov aniha û ji cihê lê ye dest pê bike û kurdî di her aliyê jiyanê de serdest bike.

MÎRHEM YÎGÎT