Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê li bajarên Fransayê Marsîlya û Strasbourgê çalakiyên protestoyî hebûn.

Çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) 10´ê Gulanê  êvarê li deverên Belle de Mai û Marignanê hem êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Başûrê rûreş kirin û hem jî hevkariya pê re. Li devera Belle de Mai, di çarçoveya pêngava “Nehêle” de ciwan kom bûn û rê liçûnûhatinê girtin. Ciwanan wêneyê Rêber Apo, alayên PKK û TCŞ´ê hilgirtin û pankartên li ser wan nivîsandî “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” û “Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê biceheme” hilgirtin. Ciwanên rê deh deqîqeyan li çûnûhatinê girt û paşê çalakiya xwe bi dawî kir.

Heman rojê li Marignanê jî çalakî hebû. Ciwanan di ser pireke peyayan a li ser rê pankarta li ser nivîsandî “Defend Mexmûr (Mexmûrê biparêze)” daliqand û bal bire ser êrişên delweta Tirk ên dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê.

Çalakgerên TCŞ´ê li Strasbourgê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dibe ser Başûr, rûreş kirin. Ciwanan wêneyên Rêber Apo û alayên PKK´ê hilgirtin û sloganên Bijî Seork Apo û Erdoganlê qatil gotin.

 

 PARÎS/STRASBOURG