Ji Kurdistanê bicehime!
Ji ber êrişa dewleta Tirk a li dijî wargeha penaberan a Mexmûrê, ku tê de sê jin şehîd bûn, doh Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ji bo Mexmûrê û ji bo rûreşkirina xemsariya wê beramberî êrişên dewleta Tirk, çalakî li dar xist. Li kantonên Bern û Cenevreyê yên Swîsreyê çalakgerên TCŞ û Jinên Ciwan ên Azad ji bo protestokirina êrişên li dijî Mexmûrê, li pêşîya avahiya UNHCR’ê çalakiyek kir û pankarteke ku xemsariya UNHCR’ê jî rûreş dike, daliqand. Li ser pankartê dinivîsand, “Tirkiye Wargehên Penaberan bombebaran dike, Neteweyên Yekbûyî ti tiştî nakin”.
Doh li bajarê Fransayê Marsîlyayê jî çalakgerên TCŞ’yê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Mexmûrê protesto kir. Wan saet di 16.00’an de pankarta bi Fransî li serê ‘Tirkiyeya kujer, ji Kurdistanê bicehime’ bi Konsolosxaneya dewleta Tirk a Marsîlyayê ve daliqand. NAVENDA NÛÇEYAN