Meş ji Navenda Konfederasiyonê ber bi navenda bajêr ve birê ket, di meşê de xwendekaran pankartên bi nivîsa, "Welat rumet e", "Axa te rumeta te ye", "Vegerin, dîrok li we nabihûrê", "Welat, em te bi tenê nahêlin, em ji bo te vegeriyan." Hatin hildan.

Meşvanan li bazara bajêr di der barê mijara koçberiya ciwanan de şanoyek pêşkêş kirin.
Emdama Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, Mizgîn Omer daxuyaniyek xwend, di daxuyaniyê de bang li hemû xwendekar, bijîşk, endezyar, mafnas û rewşenbîran hat kirin ku vegerin welatê xwe û tevlî şoreşa gelê xwe bibin.
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin: "Di riya şoreşa azadiyê de gelek dayîk, bav û zarokan giyanê xwe qurban kirine, vaye dem hatiye ku hûn jî tevlî şoreşa azadiyê bibin û erkên xwe yên dîrokî bicî bînin." 

DÊRIK