Di romana Omer Dewran “Sîtava Tariyê” de nivîskar daqulî jiyan û têkiliyên gerîlatiyê dibe. Nivîskar xwînerên xwe dibe, dixe nav jiyan û têkiliyên gerîlayan. Digel rengên cur bi cur ên jiyana gêrîlatiyê, bala xwîner dibe ser awayê têkoşînên wan û têkiliyên wan ên digel hev. Her wiha, têkiliya gel ên bi gêrîla re ku hem li ser piştgiriyê hem jî li ser xinizî û piştreşiyê rengê xwe girtiye derdikeve pêşberî xwîner. Hestê herî mirovane; evîn. Evîna ku heke carekê bi ber bayê wê bikevin, careke din ne mumkin e ku em xwe jê bidin alî. Evîna ku ji her tiştî zêdetir bandorê li mirov dike û rengê xwe tev li rengê mirov dike. Sîtava Tariyê, ew roman e ku rasteqînan di wêdetirê tiştên qewimî de datîne rastê û car din bi çepilê mirov digire û dixe nav rasteqînan. Roman 300 rûpelan dirêj e.
“Çiyayên Bi Xwînê Avdayî” ya Bavê Nazê
Bavê Nazê bi romana Çiyayên Bi Xwînê Avdayî careke din bala xwîneran dibe ser êş û tehdeyiyên ku Kurd ji ber jiyana feodalî û bindestiyê dikişinin. Ev êş û azarên Kurdan, aliyê wê ê feodalî, di vê romana hanê de, di ser evina Çeto û Gulê re tê qalkirin ku mirazê wan ji ber adet û qaydeyên feodali ên hezar û bi dile wan salan naçe serî. Her wiha, pê re jî, desthilata axatiyê ku ji pergaleke feodaliyê ye jî wekî desthilatê xuya dike ku şikandina wê zehmet e. Bavê Nazê rêya şikandina vê desthilata feodalî ku bi pergala civaka hişk derketiye holê, nîşanî mirov dide; têkoşîna çînayetî û Kurdayetiyê. Di romanê de Bavê Nazê, ji bo vê yeke jî me dibe bajarê “D”yê ku bajarê herî mezin û paytexta Kurdistanê ye û di warê pêşketina modern de jî li ber çavan û xuyanî ye. Em di vê romanê de, digel evîna saf qirêjiyên feodalîteyê, digel têkoşîna Kurdayetî û çînayetî têkiliya bi saziyên îsîtxbaratê re dibînin û wek rastiya têkoşîna rizgarî û pêşketinê dixwînin.
Romana Bavê Nazê Çiyayên Bi Xwînê Avdayî, di sala 1978’an bi zimanê Erebî, sala 1981’an bi zimanê Rûsî û di sala 1988’an bi zimanê Kurdî derçû. Roman 310 rûpelan dirêj e.
AMED