Li hemberî dîwarê ku tê xwestin di navbera Binxet û Serxetê de were lêkirin û wek “Dîwarê Şermê” tê binav kirin, bertek derketin herî asta jorî. Piştî çalekiya rojiya mirinê ya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan bertekên li hember dîwar ne tenê ji hêla Kurdan ve li nava raya navneteweyî de jî zêde bûn. Gelê Kurd û hevgirên wan ji bo ku biryara dîwar were rawestandin û piştgirî bidin çalekiya Gokkan ji bajar, navçe û gundên Kurdistan û Tirkiyeyê herikîn Nisêbînê. Hemwelatiyên ku rojek berê xwe gihandin Nisêbînê bi şev raste rast meşiyan cihê çalakiya Ayşe Gokkan. Li wir li hember polîsên ku barîkat ava kiribûn hem bertekên xwe nîşan dan hem jî sonda hilweşandina dîwar xwarin.


Sînor bêwate bûn  

Ji gelek bajar, navçe û bajarokan şaredar û hilbijêrên BDP’ê hatin Nisêbînê. Dîsa Hevserokên BDP’ê Gultan Kışanak û Selahattîn Demîrtaş, Hevserokên KCD’ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk, Hevserokê HDP’ê Ertugrul Kurkçu, parlamenter Pervîn Buldan, Erol Dora, Hasîp Kaplan, Demîr Çelîk, Nursel Aydogan, Esat Canan, Mehmet Ocalan, saziyên sivîl, Serokê Giştî yê KESK’ê Lami Ozgen, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, hemwelatiyên Mihellemi, Suryani, Ereb, Komeleya Muxtarên Nisêbînê jî beşdari mîtîngê bûn. Mîtîng bi deqîqeyek rêzgirtin û xwendina sirûda “Çerxa Şoreşê” dest pê kir. Pişt re yek bi yek navên 53 hilbijêrên ku ketibûn gireva birçîbunê hatin xwendin.
Li ser sînor polîs mudaxeleyî çalakvanan kir û li ser bersivdayina ciwanan di navbera girseyê û polîs de pevçûn derketin. Di dema nûçe dihate amadekirin de hêna aloziyê berdewam dikir.

‘Bijî Rojava’

Di destpêkê de Hevseroê HDP’ê Ertugrul Kurkçu axifî û wisa got: “Ji bo ku em piştgirî bidin şoreşa 200 metre durî me ye, em li hev civiyan e. Bijî şoreşa Rojava. Silav li we ku hûn li hember emperyalîzmê têdikoşin. Kurdistaniyan ev sînorên ku wan parçe kiriye heya îro tu car qebûl nekiriye. Digel ku îro li hemû cîhanê dîwar tên hilweşandin jî li vir diwar tên honandin. Ev gel destûr nade vî dîwarî. Silav li berteka we ya li hember dîwar. Li her  4 parçeya gelê Kurd hebûna xwe nîşanî temamê dinyayê da. Em gelê ku li Tirkiyeyê dijîn dizanin ku heya gelê Kurd azad nebe em azad nabin. Silav li biratiya me be. Çawa gelê Filîstîn ew dîwarên di navbera wan de hatine înşa kirin nas nekirine gelê Kurd jî vî dîwarî nas nake. Tenê kesên netewperest, emperyalîst dixwazin di nava gelan de dîwaran ava bikin. Em dixwazin sînor tenê ji çeteyên El Nusra re were girtin.

Gokkan dawî li rojiya mirinê anî

Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan jî derket ser dikê û gel silav kir. Gokkan li vir axaftinek  kurt kir. Di axaftina Gokkan de rewşa tenduristiya wê derdikete der. Gokkan wiha got: “Em nikarin zarokên xwe birîndarên xwe li wir derman bikin. Tên asteng kirin. Wek tevgera jinê em dibêjin em sinoran naxwazin em dîwaran naxwazin. Sipas dikim ji we hemuyan re. Sînor di sedsala 21’emîn de şermeke mezin e.”Hilbijêran diyar kir ku ew greva birçîbunê û rojiya mirinê bi dawî dikin.
Gokkan paşê ji bo tedawiyê rakirin nexwaşxaneyê.

Têkoşîna we dê azadiyê bîne

Hevserokê KCD’Ê Ahmet Turk jî di axaftian xwe de diyar kir ku ew bawer in ev sedsala azadiya gelê Kurd e û wiha pêde çû: “Bi têkoşîna we bi serhildêriya we gelê Kurd dê bigihîje azadiya xwe. Gelê Kurd îro gihaye qonaxeke nû. Ev qonax qonaxa yekîtiya 4 parçeyê Kurdistanê ye. Ev siyaseta sedsal ku gelê Kurd parçe dikin, lê îro tekoşîna azadiya mejiyêk nû yeke şoreşgerî daye gelê me. Gelê me îro xebatek gelek pîroz dikin. Em we û şoreşa we pîroz dikin. Siyaseta dewletê înkarkirina daxwazên gelê Kurd e. Gelê Kurd siyasete hevbeş, hevpar û wekhev dixwaze. Em dixwazin li 4 parçeyê Kurdistanê bi gelê Tirk, Ereb û Faris re di nava demokrasiyê de bijîn.
Daxwaziya me pîroz e neteweyî ye. Heya daxwazên me werin cih dê şoreşa me berdewam bike. Em tenê nabêjin dîwarê şermê rakin em dibêjin hişmendiya xwe jî rakin. Îro li Rojava şoreşek dewam dike. Îro em ji sînorê Rojava birayên xwe şervanên xwe yê Rojava pîroz dikin silav dikin. Em dibêjin rakirina sînor ne bes e diwarê însanî de alîkaî bide û astengiya neke. Siyaseta dewletê îro li ser çeteyên El Nusra û El Qaîde dewam dike. Ev sînorên di nava Kurdan de divê bi her hawayî rabe. Bi têkoşînê ancax em sînoran rakin. Ger em li mala xwe rûnin em nagihîjin armanca xwe. Îro roja berxwedanê ye roja azadiyê ye.  Em carek din silavên xwe ji Kobanî, Qamişlo, Efrîn, Dêrika Hemko û hemû Rojava re dişînin.”



ABDURRAHMAN  GOK/DIHA/MÊRDÎN




Bi hezaran rojavayî li ser sînor bûn

Bi hezaran welatiyên ji bajarên cuda yên Rojavayê Kurdistanê hatine Qamişlo, bi armanca şermezarkirina “dîwarê şermê” û piştgiriya çalakiya rojiya mirinê ya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, meşiyan ser sînorê Nisêbînê. Bi hezaran welatiyên ku di saetên serê sibehê de ji bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Amûdê û Dirbêsiyê hatin Qamişlo, li çerxerêya Zeytuniyê hatin cem hev. Girseya gel ku pankartên wekî, “Emê dîwarê şermê hilweşînin”, “Bijî berxwedana Aşye Gokkan” vekirin bi sloganên “Ji dîwaran re na, ji yekîtiya Kurd re erê” heta ser sînorê Nisêbînê meşiya. Piştî meşê bi hezaran kesan li hemberî cihê çalakiya ku Kurdên Bakurê Kurdistanê li Nisêbînê lidar dixin, çêkirina “dîwarê şermê” şermezar kir û  piştgiriya bi Ayşe Gokkan re anî ziman.

QAMIŞLO