Bêmal Tokçu yê 25 salî û bavê 2 zarokan di pêvajo 30 salan a şer de ji heman malbatê bû yê 17. kesê tê kuştin.

Îkbal Yaşar, di Newroza 2008'an de li Geverê, Mehmet Yaşar di sala 1994'an de ji aliyê JÎTEM ve hat qetilkirin. Recep Yaşar, di sala 1994'an de ji malê hat derxistin û li balafirgehê hat qetilkirin. Reşît Tokçu û Fettah Yaşar di sala 1995'an de dema ji Wargeha Mexmûr dihat serdana malbatê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin. Behçet Yaşar, di encama opersyona leşkeran de li gundê Alakanan hat qetilkirin. Di sala 1994'an de malbata ku ji ber zexta dewletê koçî qezaya Şeladizê ya Herêma Federal a Kurdistanê kirin li vir jî ji qetilkirina 5 zarokên temenê wan di navbera 7-11 de yên bi navê Giyabent, Çîmen, Kevser, Behîce û Yunus şahidî kirin.
Birayê Bêmal, Mustafa Tokçu der barê daxuyaniya Walî ya ku digot, polîs li Bêmal digeriyan wiha got, "Bêmal di sala 2008'an de hatibû girtin piştî 9 mehan hatibû tehliyekirin. Li derve diçû dadgehê. Berevajî gotina Walî kes lê nedigeriye. Eger tiştek wisa heba dema diçû dadgehê wê hatiba girtin "Walî der barê Bêmal de gelek tiştên derew û ne rast gotin. Dewlet kî dibêje, 'Ez kurd im', bêrûmetiyê qebûl nake, dilsozê doza xwe be jî dibeje, 'Terorîst in'. Madem ew bi zorê ji me re dibêjin, PKK'yî. Em jî dibêjin, em PKK'yî ne û em pê serbilind in. Dema em li nexweşxaneyê bûn, 4-5 polîsên sivîl hatin wir. Di telefona destan de wêneyê wî hebû. Polîs li hevdu nihêrin û gotin 'Temam eve' û ji nexweşxaneyê çûn.


SAMÎ YILMAZ/VAHAP BAY/DÎHA/COLEMÊRG