Şervanan di hemû operasyonên rizgarkirina Kantona Cizîrê de cîh girtiye û yek ji wan di operasyona Holê de jiyana xwe ji dest daye.

Malbata Dehbûl yek ji malbatên Ereb  e ku bi armanca kar beriya bi 60 salan ji parêzgeha Idlibê hatine Kantona Cizîrê. Malbat destpêkê li gundê Til Merûf ê di navbera bajarê Tirbespiyê û Qamişloyê de bi cih bû. Til Merûf bi aliyê xwe yê olî tê zanîn. Ji malbata Dehbul jî bapîrê malê Ebdulselam Dehbûl kesekî oldar bû, lewma malbat demeke dirêj li gundê Til Merûf ma û bi karê çandiniyê re mijûl bû.


Li Qamişlo jî karê çandiniyê kirin

Ji ber ku karê çandiniyê û xwedîkirina sewalan têrî pêdiviyên malbata ku hejmara (10 xort, 5 keç) nedikir, piştî demekê malbat li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi cih bû. Malbata Abulselam Dehbûl, li Qamişlo jî dîsa di erdên çandiniyê yên nêzî sînorê di navbera bajarê Qamişlo û Nisêbînê de xebitî.

Di vê navberê de zarokên malbatê zewicîn û hejmara wan jî zêde bû. Beşekê ji wan xwend, beşekê jî karên din hilbijartin. Zarokên wan jî bi zarokên Kurdan re mezin bûn û fêrî zimanê Kurd jî bûn. Ehmed Abulselam diyar kir ku wan rojekê jî cudatiya di navbera gelê Kurd û Ereb de his nekiriye û got xema wan a bingehîn têkiliyên civakî û mirovahî ne.


Rengê wan di nava şoreşê de

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re wekî bi sedan malbatan endamên malbata Dehbul jî cihê xwe di nava şoreşê de girtin û bi riya wê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abulah Ocalan nas kirin. Ehmed Abulselam Dehbûl destnîşan kir ku rengekî taybet ê Şoreşa Rojava li cem wan heye û got: “Di Şoreşa Rojava de me wateya rast a nirxên azadiyê, hezkirina axê, felsefeya rêzgirtinê û evîna azadiyê ya ku bi salan em ji wê bêpar mane, nas kir. Bi şoreşê re êdî em wateya evîna azadî û welat ê ku bi salane em ji xêrûbêrên wê dixwin û wateya biratiya gelan, nas dikin.”


Parastina axê esas girtin

Abulselam Dehbûl da zanîn ku malbatê riya YPG/YPJ’ê ya ku parastina gel, axê û berxwedana li hemberî êrîşên çeteyan esas digire, hilbijartiye û 17 endamên malbatê tevî refên YPG’ê bûne. Dehbûl anî ziman ku 17 endamên malbatê ji bira, pismam û pisxalan pêk tên û beşdarî şerê Şengal, Serêkaniyê, Ceza, Til Temir û Rimêlan bûne.

Yek ji 17 kesên ku tevlî nav refên berxwedanê bûye jî Ehmed Ebdulselam Dehbûl e. Dehbûl sala 2011’an tevî keçeke xwe beşdarî nava refên YPG/YPJ’ê bû. Di dema şerê gundê Til Elo de tevî keça xwe di heman çeperê de ketiye dorpêça çeteyan û bi zehmetî xwe xilas kirine.

Ehmed Ebulselam Dehbûl destnîşan kir ku ew ji bo afirandina jiyaneke azad ji zarokên xwe re beşdarî YPG’ê bûye û wiha peyivî: “Derfet hebû ku me zarokên xwe bişandane zanîgehên li bajarên Sûriyeyê, lê ji bo me banga welat ji her tiştî bi hêztir bû. Ji ber vê ji bo ku em jiyaneke azad û bi rûmet ji zarokên xwe re biafirînin, em beşdarî nava refên YPG’ê bûn. Em soz didin têkoşeran ku em ê riya wan bişopînin û xaka xwe biparêzin.”


Yekemîn şehîdê malbatê

Yek ji endamên malbatê yên tevlî refên YPG/YPJ’ê bûyî, têkoşer Ehmed Ebdulah Dehbûl (Rojava) 21’ê Mijdara 2015’an li gundê Şelal ê ser bi Holê jiyana xwe ji dest da û bû yekemîn şehîdê malbatê. Têkoşer Ehmed Ebdulah Dehbûl (Rojava) li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişlo spartî axê ye.



DÎCEL YÛSIF/ANHA/QAMIŞLO