Endamê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Prof. Dr. Gençay Gursoy destnîşan kir ku, Serokwezîr Erdogan wekî ku ji kurdan xêr neyê li dijî kurdan biryar girtiye.
Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM) derbarê destnedayîna parlamenterên BDP'ê û fezlekeyên ku ji meclîsê re hatine şandin de li Stenbolê civîneke çapemeniyê pêk anî. Di civinê de endamên TBM'ê Hakan Tahmaz, Hunermed Deniz Turkalî, Prof. Dr. Gençay Gursoy, Meryem Koray, Nivîskarê Îslamî Yavuz Delal, ji misilmanên Antî-Kapîtalîst Sedat Dogan, Hunermed Sevinç Altay û gelek kesên din amade bûn. Gelek siyasetmedarên din ji piştgirî dan daxuyaniyê.
Li ser navê meclîsê Hakan Tahmaz daxuyanî xwend û diyar kir ku bi vê civînê armanca wan ew e ku li hemberî pirsgirêka Kurd şiyarbûn û hestyariyekê ava bikin û wiha got: "Tirkiyê carek din ber bi aloziyan ve diçe. Piştî gireva birçîbûnê dîsa hêviya aştiyê pêş ket, lê hîn ev hêvî geş nebû niha dixwazin mafê destnedayîna parlamenteran rakin. Divê êdî teqez ji bo aştiyê muzakere dest pê bikin. Divê bi awayekî lezgîn ji bo pirsgirêka Kurd bi riya diyalogê were çareserkirin hevdîtin destpê bikin. Divê gavên aştî û çareseriyê bên avêtin. Em ê di 1'ê Kanûnê de di demjimêr 17.00'an de ji Qada Tunelê heta Taksîmê meşekê pêk bînin.

´Bi şerê li dijî Kurdan pirsgirêk çareser nabe´

Meryem Koray jî xwest pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe û wiha got: "Bi gotinên tuj û şîdetê pirsgirêk çareser nabe. Di dîroka Tirkiyeyê de hewldanên bi vî rengî encam negirtine. Divê êdî dest ji şerê li dijî kurdan  berdin. Daxwazên gelê Kurd hene, divê ev daxwazên wan bi wan re bên guftogokirin û bi hev re bê çareserkirin."

Gursoy banga têkoşînê kir

Prof.Dr. Gençay Gursoy jî nerazîbûn nîşanî helwesta Erdogan da û wiha got: "Êdî hedefa Erdogan Pergala Serokatiyê ye. Êdî dizane ku ji kurdan deng nastîne. Divê êdî her kes li hemberî van polîtîkayen şer bi hevre tev bigere û têbikoşe."

DÎHA/STENBOL




KCD: Vîna gel tine dihesibînin

KCD'ê der barê rakirina mafê destnedayîna wekîlên BDP'ê daxuyanî da û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê li gorî polîtîkayên xwe mafê wekîlên gelê Kurd ên bi vîna xwe hilbijarti ye dixwaze bi destnedayînê rabike û di şexsê wekîlan de muameleya bersûc li hemberî gelê me dike."
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) der barê nîqaşên rakirina mafê destnedayînê yê wekîlên BDP'ê de û fezlekeyên li ser vê mijarê şandine meclîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, di vê pêvajoya ku ji bo gelên bingehîn ên gelê Kurd têkoşîn tê dayîn de,  dewlet bi rêbazên tepisandin, têkbirin, tirs û gefan xistin dewreyê û ev rêbez tu caran tu sûd nedaye çareseriya pirsgirêkan.
Di daxuyaniyê de hate birxistin ku, Serokwezîrê Tirk Erdogan û rayedarên hikûmetê ji bo mafê destnedayîna wekîlên BDP'ê bên rakirin daxuyaniyan didin û wiha hate gotin: "Hikûmeta AKP'ê bi van polîtîkayên xwe dixwaze mafê destnedayîna wekîlên ku bi vîna gelê Kurd hatine hilbijartin rabike. Bi vê yekê aşkera kir û di şexsê wekîlan de muameleya bersûc li hemberî gelê Kurd dike. Di vê pêvajoyê de 2 tişt derketin holê. Yek; piştî daxuyaniyan saziyên dadê bi lezgînî fezlekeyên derbarê wekîlan de amadekirin şandin meclîsê. Bi vê yekê dema mijar gelê Kurd be, têgeha 'cudahiya erkan' bêwate dimîne. Ya duyemîn jî; kesên tê gotin baskê nerm yên hikumetê ne di mijara mafê destnedayînê de bêdeng mane. Ev yek jî nîşan dide ku gotinên dem dem dihatin gotin ji bo xapandinê bûn."

Êrîşek li hemberî gel e

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku nîqaşên mafê destnedayînê tê wateya tunehesibandina vîna gelê Kurd û nîqaşên tên kirin ne hiqûqî, siyasî ne. KCD´ê di daxuyaniyê de ev bang kir: "Heke ev êrîşa siyas tenê li hemberî wekîlekî me pêk bê weke êrîş li hemû wekîlên me û gelê Kurd hatiye kirin û divê li hemberî vê yekê bertek bê nîşandan."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku yek ji aliyê vê êrîşê jî bi destê çapameniya Tirk tê kirin. KCD´ê bûyerên dûrî rastiyê yê der barê Parlamenterê BDP´ê Ozdal Uçer de hatine amadekirin ji bo vê mînak nîşan da û got, "Ji ber vê yekê heke êrîşek li hemberî Birêz Uçer pêkbê wê berpirsiyar hikûmeta AKP'ê û çapemeniya wan be. Kampanyayên li hemberî kesên di têkoşîna demokratîk a gelê Kurd a reşkirinê bêfeyde ye."
Di daxuyaniyê de KCD´ê bal kişand ser binçavkirinên demên dawî û jî û diyar kir ku bi girtin û binçavkirinan nikarin têkoşîna gelê Kurd rawestînin. 

AMED