Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî hewldanên ku Meclîsa Tenduristiyê bi alîkariya şaredariyên bajêr ji bo kontrolkirina rewşên wiha jî di demên dawî de ji ber vexwarina araqê gelek rewşên jehirbûna giran derketine û bûye sedema mirina 9 kesan.
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Em wekî Meclîsa Tenduristî ya bajarê Qamişlo kesên ku ev made derbasî herêmê kirine û belav kirin, her wiha bazirganiya wê kirine bi tundî şermezar dikin. Em bang li Asayîşê dikin bi awayekî lezgîn tevbigere ku di zûtirîn demê de ev kes werin girtin û li gorî qanûnan werin darizandin. Em bang gelê xwe jî dikin ku dema madeyên xwarin û dermanan ji jêderên nediyar dikirin haydar bin û Meclîsa Tenduristiyê der barê madeyên bi guman de haydar bikin."
QAMIŞLO