Piştre endamên Desteya Niştimanî ya Ereb Hikmet El Hebîp û Hisên El Ayîd axivîn. Her wiha Serokê Meclîs Gel a Tirbesipiyê Nuredîn Şakir, Şêxê Eşîra Cewala ya Ereban Hîsên El Hebîp, li ser navê Suryaniyan Numar Hena, li ser navê Êzîdîyan Faris Şemo axaftin kirin.
Di axaftinan de li ser girîngiya avakirina meclîsa hevbeş û aştiya navxweyî, jiyana hevbep hate rawestîn.
Biryarên civînê
Piştî axaftinan civîna meclîsê ji çapemeniyê re girtî dom kir. Hate hînbûn ku di civîna ku 3 saeten dom kir de mijarên pratîkbûna meclîsê û avakirina komîteyên pêwîst hatine nirxandin. Di encama nirxandinan de ev biryar hatin girtin:
- Navê meclîsê wekî Meclîsa Herêmî ya Tirbesipiyê hate guhertin
- Bi armanca çavdêriya li ser hemû komitiyan û birêvebirina kar wê meclîsek biçûk a 6 kesan pêk tê were avakirin.
- Bi armanca xizmetên civakî, pêşîlêgirtina bûyerên wekî dizî û talankirinê, parastina malê gel wê 3 komîte ku her yek ji 6 kesan pêk were, bêne avakirin. Ev hersê komîte wê 17 saziyên li bajêr birêve bibin.
- Komîtiyên ku hatine avakirin wê hefteyê carekê raporan bidin rêveberiya meclîsê.
- Bi armanca ewlekariya bajêr wê komîteya ewlekariyê bê avakirin. Ev komîte wê alîkariya asayîşê bike.
Endamên komîteyên ku hatine avakirin wê ji nava 30 endamên meclîsê bi awayekî ku hemû netew temsîla xwe bikin bêne hilbijartin.
Civîna meclîsê ya duyemîn jî wê roja yekşemê bê lidarxistin.
TIRBESIPIYÊ