Di civînê de beşên ji peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku li ser jinan bûn hatin xwendin. Peyama Yekîneyên Parstina Jinan (YPJ) ji aliyê Xelat Efrînê ve hate xwendin. Xelat Efrînî da zanîn ku pêwîste jin hemû hêza xwe bikin yek da ku karibin erka dikeve ser mile xwe pêk bîne û destkeftiyên jinan bidestxistine biparêz in. Xelat Efrînî destnîşan kir ku jinên Rojava bûne bingeha hêza civakê û wiha got:” Em ê bi hemû hêza xwe jinan û civakê biparêz in.”
Civîn bi xwendina perspektîfên Desteya Rêveber a Yekîtiya Star ku ji meclîsên jinan re hatibû şandin dom kir. Di berdewama civînê de raporên kar û xebatên Meclîsên jinan ên Efrîn û navçeyên wê dewam kir. Piştî xwendina raporan nîqaş li ser rewşa rêxistinî û xebatên bi awayekî berfireh hate kirin. Di civînê de jinan bi awayekî berfireh pirojeya Xweseriya Demokratîk û rola jinan di pêkanîna xweseriyê de hate nîqaşkirin.
Endama Yekîtiya Star Rûken Ehmed ji beşdaran axivî û bal kişand ser amadekariyên jinan ji bo serkeftina projeya Xweseriya Demokratîk di piratîkê de û bang li jinên Rojava kir ku hêza xwe bikin yek.
Li aliyê din biryar hate dayîn ku hemû komîte bi hevre di nava têkiliyan de bin.
ANHA/EFRÎN