Eta Qanî bi xwe înstrumanên muzîkê çêdike ku weke amûrên nava malê xuya dikin. Eta Qanî li wan înstrumanan jî dixe.
Eta Qanî Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê ye û sin´etkarek û muzîkjenekî şareza û serxwere ye. Ew înstrûmanên muzîkê weke amûrên paqijiya nava malê çêdike da ku rêzdariya xwe beramber karkerên paqijiya nava malê û paqijiya deverên nava gund û bajaran nîşan bide.
Ew li gundê Malqarne yê ser bi Seqizê ku li parêzgeha Kurdistanê ye dimîne. Wî kemaçeyek çêkiriye ku fena melkesekî xuya dike, bilûreke ´Şimşal´ çêkir ku mîna bêrikekê xiya dike. Sedamê jî wiha rave dike: “Ez vê dikim da ku razîbûna xwe ji wan mirovan bidim nîşan ku kolan û meydanan zivistanan û havînan paqij dikin.” Eta Qanî carinan radihêje înstrumaneke mîna kemana melkes û ji xelkê gundê xwe re lê dixe.
SINE