
SELMET GULER
Ji Mêrdînê heta Kevirê Qul mij, ewr û baran. Li Kevirê Qul baran guhêzî dewsa berfê bû. Wek hêka mêkewê bilindahiya çiyayên li derdorên deqdiqandî. Rê bi kofî li hev dizîvire. Ji nava gundên devê rê dûxana kulekên xaniyan bi fetl hildikişe û wek parçeyek ji mijê bin pêre dibin yek. Li qontarên bin kendal keriyên pez û şivan ber bi çav dibin. Rê çendî hilkdikişe belekiya çiyan bi gewriyê re cih diguherî. Rêya qîrî yekser li ber çav zirav û dirêj dibe. Bajarê ku bêtir bi kevnbûn û dîroka Malmîrên Bedlîsî tê nasîn paş min dimîne. Wek gewriya hêkamirîşkê erd û asîman tev spî. Mîna derbasî dinyayeke nedîtî-û-nebênayî bûbim hesdariyek pêyda dibe li min.
Di vê qiyametê de bêtirîn ji rê li derdora xwe di meyizînim. Ji gulî-berfa ku ji asîman ber bi erdê dilîliyêne tiştek naxwiye. Çav li qontrastekê di gere ku wê bikrim çerçevoyafotgrafekî lê ji homojoniya gewriya xwerû pê ve tiştek naxwiye. Rê berf û şepale mîna barê min hêkbin bi tirs diçum. Rêya ku vine vina araban jê kêm ne di bû mîna nîvê çolistaneke bê jiyan be bêdeng bû. Xofa tenêtiya bêtirîn ya berfê berfa ku mirina spî bi xwere tîne li min di pêde di be. Çima di tirsiyam? Serê pêşî mîna pêlîstoyekê bi min hatibû, niha çiye? Fenanî îna çivîkekî reş li ser guliyê dilê mirov datîne? Qufalî, xewa-spî, ya ku mirov tafî reşê mirinê dike… Çendî dijware tirsa mirina bi tenê. Ez diçim. Li navabesteke kur, şêwlê bestekê şînahiya herikbûna avakê berçavên min dikeve. Li pêpelûka mirinê mîna rasteberî ferîştayekî jiyanê hatibim xwe li qiraxa şênahiya avê digirim. Fotoxrafkêşê datînim ser sêpê dikevim ber kêşana reng-şîneyê çemê ku jiyanê bi xwe re tîne. Reş çivîkê li guliyê dilê min dibe pirt û ber bi gewriya spiyê mirinê ve difire.
Ne tirs, ne xem, ne jî xof hemî bi hev re barên xwe ji nava milên min berdin jêrê. Xwe wek piriyekî çivîkekî çilmêre sivik û şad hes dikim bi yek carê. Lê guliyên berfê mîna li ser perdeyeke tûlî tenik bêtin di navbera min û şînahiya avê de dikevin jêrê û nehêlin roniya li ser ava golê bi rêk û pêk bigihijin ser nîskoya lensê û rastêka fîlm. Bi sertiliyên recifî sêpêyê xwe bi hev didim. Dikevim rê dîsa. Çima ku mirov fotoxrafan dikêşe tirs û sermayê hes na ke min gotibû xwe bi xwe? Rê zirav e, navnîşana biçimê dûr û dirêj e.
Xema min ne durahiya navnîşana biçimê, bêtirîn berfe, berfa rê girtî, berfa ku rêyan li ber rêçuyan digire û guliyên dilan nêzî reşê zerzûl dikeye. Esra teng e. Ditirsim reş bikeve erdê bimînim li rê. Her bi wê ve diçe guliyên berfê ku li ber bayê li hev dileyizin har û mezin dibin. Her diçim sir û seqema Serhedî min ji qudum têxe. Geh hildikişim çiyan geh dadikevim newalên kur ku xwedan jî xwe li wan nabîne. Bi şemitîn carîna dixijiqim derve yî rê. “Lastîkên berfê jî fêde nakin” dibêjim ji xwe re.
Digihijim Wan ê, bajarê malxirabûnê. Li ser rêya Ercîşê mîna koçerên bêwext berf li wan hatî konê kesên ji erdhejê bê mal û meydan mayîn ketin berçavên min. Di ber keviya Gola Wanê ve diçim êdî. Mîna cil û bergên bûkeke rûbixêlî li ser hespê her dever spî hew rûyê golê kever dixwiye. Ji bilî şînbûna golê erd û asîman yekker. Nebilindahiya Çiyayê Sipanê ne, ne spîndarên ku nav navan mîna du dilgirtiyên li kêlekî hev dirêjî asîman di bûn diwiyên. Hemî dever mij û moran. Hew ewrên berfîn ku xwe bi ser rûyê golê de dadidin tariya ava golê didin pêşiyê. Piştî kaşê Gundê Canikê û fetlên li qiraxa golê dikevim rasteyekê. Gund û deşt û newal bi rev li duv min dimînin.
Duxana sobeyên gundekî ji dur dixwiyên. Li guhê gund, li ser goristaneke li çolbeyarekê reşê çend kesên ku destên wan ber bi valahiya asîmande vekirî û ketibûn ber parînan ketin ber çavên min. Min ligê xwe avête frêm lê min nediwêrî li gorî dilê xwe pêlêbikirîbûna. Dîsa jî quna terempêlê mîna duvê werdeyekê diçe û tê. Hete radiwastim sed metreyî dûr dikevim. Dageram, li derba wan, li qiraxa rawastiyam.
Bi vekirina derî re bi bayekî cemedî tevî guliyên berfê li rûdêna xwe hes dikim. Wekî bêjin “ev kî ye” kesên li ser gorê li xwe fitilîn û yekawir li min nehêrîn. Wekî xwe bidim nasîn fotografkêşê bi wan ve hildidim. Bi hildana destî re hiseke nimz têr lava û rû şermînê beşişîn “ez dikarim fotoxrafên we bigirim” ji nav derizîna lêvên min dertên. Dema min qala fotograf kir jinan ber dagera.Mêr û zarokekê hêj li min dimeyîza. Dengekî ku di nava guliyên berfbaranê de bi zor xwe ginandibû min “ti dikare” gotibû ji min re. Di nava guliyên berfê de ku şolî ji min dixwiyan min berê dirêjeka lensê bi wan ve kir. Piştî çend fotoxrafan lepên wan yê vekirî ku mîna guliyên berfê ber bi bejna wan de hatin xwar. Mêr li pêş, jin li paş, keçika piçuk û kuçikekî bozegewerî herî li paş bi ristik berê xwe dane gund, xaniyên ku keldûxan li ser serê wan bileyîzîn di çu kurahiya asîman. Ez jî ketim rê û ber bi bilindahiya Çiyayê Agirîn hilkişiyam.
