FEDA: Tehdîd didomin
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) yê jî der barê salvgera komkujiya Mereşê de daxuyaniyek da û diyar kir ku tehdîtinên komkujiyê yên li ser civaka Elewî didome û ev zînhiyet li Tirkiyeyê hebûna civaka Elewî wek pirsgirêk dibîne, ji ber vê jî li ser Elewiyan tehdîda komkujiyê bidawî nebûye. Di daxuyaniya nivîskî de tê gotin ku di 19-28’ê Kanûna 1978’an de li Mereşê komkujî pêk hat û bi sedan kest hatin qetilkirin. Di daxuyaniyê hat diyar kirin ku fatureya komkujiyê ji bo kurdên Elewî yên Kizilbaş gelek giran bû û bi sedan kes hatin qetilkirin, bi hezaran birîndar bûne û bi dehezaran koç kirine. Di berdewamiyê de wiha hat gotin: “Li gel ku 35 sal derbas bûye jî hêj birîn nehatine kewandin. Polîtîkaya qirkirina elewiyan ya ji Osmaniyan dewr hatiye girtin, di dema komara Tirkiyeyê de bi awayekî sîstematîk li Koçgirî, Dêrsîm, Mereş, Çorum, Sêwas û Gaziyê berdewam kiriye. Berpirs nehatine cezakirin û hê jî ev zîhiniyeta kujer tê parastin.
MDAE: Ev zihnîyet li qadan e
Meclisa Demokrasî û Aştiyê ya Ewropayê (ABDEM) jî daxuyaniyek nivîskî weşand û di 35’emîn salvgera komkujiya Mereşê de kesên hatinbûn qetilkirin bibîranîn û hêzên komkujî pêk anîn lanet kirin. Di daxuyaniyê hat diyar kirin ku dîroka nêz ya Tirkiyê bi gelek bûyerên ku dosyayê wan hatine girtin û kujerên wan nehatine dîtin tijeye û got zihniyeta kujer îro jî didome. Di daxuyaniyê de hat gotin ku zîhniyeta faşîzan xwe li her qadê didomîne. Di daxuyaniyê de tê gotin ku li gel ku di ser de 35 sal derbas bû, berpirsên sereke yên komkujiyê dewleta kur û belgeyên komujiyê di arşîvên veşarî yê dewletê de tên veşartin divê ev arşîv bên vekirin. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Di serî de pirsgirêka kurd, divê bi hemû komkujiyên li ser gelan pêk hatine re bên rû hev. Divê dewlet û desthilatdarî dest ji polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê dest berde. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyê divê Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetê bê avakirin. Em di serî de li Elewiyan bang li hemû kesî dikin ku divê di salvegera komkujiya Mereşê de dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Ji bo kujer bên darizandin divê her kes tevli merasîman bibe.
NAVENDA NÛÇEYAN