Muzîkjenên kolanan ên Mêrsînê ku Atolyeya Hunerê ya Xweser ava kirine, ji bo zarokên ji ber şerê Sûriyeyê berê xwe dane Mêrsînê, perwerdehiya muzîkê didin. Muzîkjenên Kolanan ên Mêrsînê ku hatin cem hev û Atolyeya Hunerê ya Xweser ava kirin, piştî demekê navê xwe li her derê belav kirin. Hunermendan ji bo zarokên ji şerê Sûriyeyê revîn û hatin li Mêrsînê bi cih bûn perwerdehiya muzîkê dimeşînin. Armanc ji vê yekê ew w ku dêrûniya zarokan baş bikin. Dê piştî perwerdehiya muzîkê, muzîkjen ji zarokan koma koroyê ava bikin û konseran li dar bixin. Yek ji sazumankarên Atolyeyê Bican Ozgur Ozturk, diyar kir ku di şertên îro de mirov tenê bi pereyan dikarin bigihînin hunerê, lê armanca wan ew e ku hunerê bibin her derê û hunerê bigînin her kesî. Ozturk, anî ziman ku ji bo hunera alternatîf ketin nava liv û tevgerê û dixwazin hunera muzîkê bigihînin her qadê û got: “Armanca vê atolyeya hunerê ew e ku em muzîkê bibin her kolanê. Em dixwazin perwerdeya muzikê bidin van zarokan. Ji ber ku di şertên îro de ji bo perwerdehiya muzîkê pereyeke zêde tê xwestin. Em dixwazin bi projeyên xwe hem zarokan û hem jî mezinan perwerde bikin. Di vê atolyeyê de dê bêtir zarokên Sûriyeyî bên perwerdekirin. Ji ber ku bêtir pêdiviya wan bi perwerdehiyê heye. Li kolanan herî zêde zarokên ji şer hatine eleqe nişan didin. Ji ber vê yekê herî zêde pêdiviya wan pê heye. Em dixwazin bi vê perwerdehiya muzîkê ya li atolyeyê wan tevlî civakê û hunerê bikin.”
Li hêviya piştigiriyê ne
Sazumankarê Atolyeyê Ferhat Nas jî anî ziman ku huner derûniya mirovan baş dike got: “Zarokên ji şerê Sûriyeyê hatin pêdiviya wan bi aramiyê û derûniya baş heye. Em bawer dikin ku ev atolyeya muzîkê dê bêtir bibe derman ji bo derûniya wan. Ji bo piştgiriya zarokan em bang li hemû hunermend û hemû beşê civakê dikin ku her kes destê alîkariyê dirêjî me bike.”
MÊRSÎN