Yek ji çalakiyên jinên Kurd li Elmanyayê bi wesîleya 25’ê Mijdarê lidar xistin, li bajarê Frankfûrtê pêk hat. Ji bajarên Gîessen, Mannheîm, Darmstadt û Frankfûrtê bi sedan jin beşdarî meş û mîtînga ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amarayê ve hat organîzekirin bûn. Meşa ku ji Yekitiya Jinên Sosyalîst û jinên endamên AGÎF’ê piştgirî dît, li ber Stasyona Trenê ya Navendî ya Frankfûrtê destpê kir. Jinan piştî meşa 3 kîometreyan li Meydana Haûptwache mîtîngek hat lidarxistin û li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê TJKE Delal Rûbar axaftinek kir.  Rûbar 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin bibîr xist û destnîşan kir ku ewê li dijî her şêweyên polîtîkayên qirêj ên li hemberî jinê têbikoşin. Di çalakiyê de Parlamentera Partiya Çep (Dîe Lînke) Barbara Cardenas jî axaftinek kir.


Li Duseldorfê mîtînga navendî
Di meş û mîtînga li bajarê Elmanya Dusseldorfê de jî ji bajarên Dusselrfor, Koln, Dûîsbûrg, Bonn, Dortmûnd, Essen û Bîelefeldê jinên Kurd hatin cem hev û li dijî tundiyê dengê xwe bilind kirin. Meş sli ber Stasyona Trenê ya Navendî li dû pankarta bi nivîsa “Komkujiya Parîsê qirkirina jinê ye-ji her şêweyên qirkirinê re na” destpê kir. Di mîtînga pêk hatî de peyamên Navenda Jinê ya ÛTA-AMARA, Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê û Buroya Aştiyê ya Jinê Cenî hatin xwendin.

Li Stuttgartê jî jin li qadan bûn

Li Stuttgart Înîsiyatifa Jinên Kurd û Rêxistinên jinên Alman û Tirk bi slogana “Rûyên ku li himberî jinê tundiyê bi kar bîne hebin berxwedan jî wê hebe” da ketin kolanan. Di meşa ku nêzî 400 jinan têde cih girtî de alên KJB û posterên 3 jinên şoreşgerên Kurd yên li Parîsê hatîn qetil kirin hatin hildan. Di çalakiyê de bê navber sloganên “Bijî Berxwedana YPJ” û “Jin, Jiyan Azadî” qêriyan û ji bo Rojava alîkarî kom kirin. Di çalakiyê de Nûnerên Rêxistinên ADKH, Cihana Jiyan dike, Jina Nû SKB, Courage axivîn û her curê tundiya li ser jinê şermezar krin û destnişan kirin ku, tundiya li ser jinê tê meşandin ji aliyê dewletê ve tê piştgirî kirin. Nûnerê Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Stuttgart li ber balyozxaneya Fransayê axaftinek kir û 3 Jinên şoreşgerên Kurd yên li Parîsê hatîn qetilkirin bi bîranî .Di axaftinan de jinan xwest ku komkujiya Parîsê di demek nêz de bê ronî kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN




´Ji tundiya zilam, malbat û dewletê re bes e!´

Li gelek navendan bi hezaran jin bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Hemberî Jinê û Piştevaniyê ya Navneteweyî daketin qadan. Jin li Qers, Îdir, Wan, Agirî, Colemêrg, Amed û Stenbolê daketin qadan û tundiya dewlet, zilam û malbatê şermezar kirin. Jinan di çalakiyan de pankartên bi nivîsa “Ji komkujiya jinê re na” vekir. Jin li Îdir, Wan, navçeyên Erdîş, Mûradiyê û Qelqeliyê yên Wanê, navçeya Geverê ya Colemêrgê, li Bajaroka Berman a Navçeya Stewrê ya Mêrdînê, Amed û Stenbolê jî bi heman armancê bi hezaran jin daketin kolanan û tundiya li ser jinan protestokirin. Di daxuyaniyan de bang li mêr, dewlet û malbatê hate kirin ku tundî û dijwariya li ser jinê bidawî bike.

NAVENDA NÛÇEYAN