
Rêveberiya Kampa Holê da zanîn ku di nava du hefteyên derbasbûyî de, nêzî 2 hezar penaberên ji Iraqê hatine kampê û Rêxistinên Mirovî yên Rojava bênavber destekê didin van penaberan.
Rewşa penaberên Iraqê yên ku li deriyê sînor ê Recim Selîbî yê di navbera Rojava û Başûrê kurdistanê de xerab e, ji ber sermaya zivistanê gelek zehmetiyan dikişînin û nexweşî di nava wan belav dibin. Rêveberiya kampa Holê ya bajarê Hesekê tevî derfetên kêm ji bo destekdayîna penaberan dixebite. Lê Rêxistinên Mirovî yên Navneteweyî tu alîkariyê nadin."
Bi dehan malbat ji DAIŞʹê xilas bûn
Li aliyê din, 50 malbatên ji bajarokê Sirrînê ku DAIŞ‘ê ew revandibûn û ew wekî mertal ji bo parastina xwe bi kar dianîn, xwe xelas kirin û berê xwe dan herêmên di bin parastina QSD‘ê de.
Çeteyên DAIŞ‘ê ev 50 malbat ji Sirînê revandibûn û biribûn Reqayê da ku wan wekî mertalên zindî bi kar bîne. Çeteyan nikarîbûn xwe ji şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê biparêzin, reviyan û malbatên ji Sirînê li pişt xwe hiştin. Ew malbat 18 mehan li kolanên Reqayê man. Her dawî roja 25‘ê Mijdarê bi zehmetî be jî xwe rizgar kirin û gihandin bajaroka Eyn Îsa.
Welatiyê bi navê Ehmed Hec Stêf yek ji welatiyên ji aliyê DAIŞʹê ve ragirtî bû; wî li ser rizgarkirina xwe got, "Min ji kurê apê xwe bihîst ku QSD nêzîk e, em ê karibin xwe bigihînin wan. Min malbat û zarokên xwe bi dizî revandin, em 8 seatan meşiyan heta gihiştin gundê Tel Semen. Şervanên QSD‘ê riya Eyn Îsa ji me re vekirin û em birin wir, pêwîstiyên me dabîn kirin. Ez malavahiya şervanên QSD‘ê dikim.”
Ehmed Şêx jî da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ‘ê xwe di nava sivîlan de vedişartin û ew wekî mertalên zindî bi kar dianîn da ku parastina xwe bikin.
Welatiya bi navê Meryem El-Casim jî li ser mijarê got, “Em li çolan ma bûn. Di du salan de em ji cihekî dibirin cihekî din, tiştek li gel me tunebû.”
HESEKE / REQA