Li Amedê bi hatina havînê re germahî roj bi roj zêde dibe. Zarokên Amedî yên ku ji ber germahiyê bêzar dimînin ji bo ku xwe hênik bikin diçin li parkan di nav ava qirêj de avjeniyê dikin. Zarokên ku ji bêderfetî di nav ava qirêj de avjeniyê dikin bi nexweşiyên cûr bi cûr re rûbirû dimînin.

Bi hatina havînê re germahî roj bi roj zêde dibe û li Amedê asta germahiyê 45 dereceyan derbas dike. Zarokên Amedî yên ku ji ber germahiyê bêzar dimînin xwe li parkan digirin û diçin li parkan di nav ava qirêj de avjeniyê dikin. Zarokên ku di nav ava qirêjî de jiyana xwe diavêjin xeterê bi nexweşiyên wekî tifo, zikêş û her wekîdin re rûbirû dimîn in. Ji ber vê jî divê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo tendûrîstiya zarokan havîngehan çêbike û ava paqij bîne ku zarok ji nexweşiyan rizgar bibin. Hin zarokên Amedî ku ji ber germahiyê bêzar bûne li Sûra Amedê diçin li Parka Anzeleyê avjeniyê dikin. Ava Parka Anzelayê hemû qirêje û ji ber vê jî zarok bi nexweşiyên cûr bi cûr re rûbirû dimînin.


Divê derfetek ji bo zarokan bête çêkirin

Zarokên Sûrê diyar kirin ku ji ber hewa zêyde germe û nikarin germahiyê tehamûl bikin ji neçarî di nav vê ava qirêj de avjeniyê dikin. Ji zarokên Sûrê Suleyman Akbûlak (9) û Azad Çelîk diyar kirin ku ew ji neçarî tên li vir avjeniyê dikin û wiha bang li şaredariyê kirin: “Em dixwazin ku şaredarî rewşa me bibîne û ji bo me zarokan hewizekî ku ji ava paqij bê dagirtin çêbike.”


ROJDA AYDIN / ŞÛJIN/AMED