Thapa destnîşan kir ku ew hêvî dikin di 2’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê de ku wê li Nepalê bê lidarxistin, dîsa bi jinên Kurd re bên ba hev.

Nameya Arîta Thapa name bi sernavê ”Ji Nepalê silavek ji bo şervanên jin ên Kobanê” nivîsiye. Thapa îşaret bi destketiyên Tevgera Rizgariya Kurd dike, û dibêje, rola ku jin di nava vê têkoşînê de pê rabûne, tesîreke mezin li me kir. Thapa paşê wisa dewam dike: "Piştî panela li Konferansa Jinana Cîhanê ku rêhevalên we derbarê Tevgera Jinên Kurd de li wê derê dabû, me jî rêveberên partiya xwe û nûnerên rêxistinên jinan anîn ba hev û tiştên ku em fêr bûne, ragihand wan. Em dizanin ku jinên li Kurdistanê destketiyên gelekî mezin bidest xistine, di nava tevgerê de ji bo wekheviyê têdikoşin û gihîştine pozîsyonên gelekî girîng. Em fêr bûn ku ji bilî têkoşîna ji bo rizgariya netewî, tevgereke bihêz a azadiya jinê jî bi pêş ketiye."

Thapa dibêje, ji bo kadroyên pêşeng ên partiya wan mijara herî balkêş jî ev tevgera azadiya jinê bû û got, "Nexasim ev noqte di sîstema serwer a zilam a li Nepalê de jî girîngiyek mezin dibîne. Derbarê vê mijarê de asta hişmendiyê ku we wekî tevger bi me re parve kir, cesaret daye hevalên me yên jin û di asteke girîng de ew motîve kirin."

Thapa îşaret pê dike ku destketiyên têkoşîna çekdar nabin destketî û encamên dawî, ji dil temenî kir ku Kurd û jinên Kurd têkoşîna xwe bi ser bixin û hêviya xwe ya hevdîtinê di Konferansa Jinan a Cîhanê a Duyem de îfade kir. 


 NAVENDA NÛÇEYAN