
Normên NY û pergala Rojava
Sînem Mihemed di berdewamiya axaftin axwe de bi lêv kir ku normên ku NY’ê wek şertê xebatê da pêş, li Rojava bi rehetî tên dîtin û wiha berdewam kir: “NY’ê ji me re got em dixwazin alîkariyê bidin her aliyê civakî yê Rojava. Li ser vê me jî diyar kir ku li herêmê di pratîkê de pirsgirêke wisa tune, li Rojava ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû netewan û kesên ku hewcedariya wan bi alîkairiyê hene, dibin alîkar. Ji xwe me diyar kir ku pergala me li ser van esasan dimeşe. Dema mirov li normên NY’ê dinêrin bi normên me re hemane. Kampên alîkariyê yên ku me vekirine hene. Me xwest bên wan kampan ziyaret bikin û dema bixwazin jî dikarin her cureyê alîkariyê bidin. Em jî ji xwe dixwazin xebateke navnetewî bê kirin. Li dijî vê daxwaza wan me jî got ger ku alîkariya mirovahî bê kirin, divê ev xebat her bidome û ev projeyek gelek girînge. Yanî me diyar kir ku em projeyeke ku dirêj didome dixwazi û em jî heta dawiyê dê piştgiriyê bidinê. Em wek kantonên Rojava amadeneke ku li gorî normên wan bi NY’ê re bixebitin.
Rojava herêmeke bi ewle ye
Mihemet di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kirin ku fikara herî mezin ya rayedarên NY’ê fikara ewlehiyê ye û got: “Nokteyeke din ya em li ser sekinin ev bû li cihên sivîl hene pevçûn nebe. Ji xwe li Rojava li cihên ku gel dijîn, li bajaran pevçûn tune. Pevçûn li derveyê bajar pêk tên. YPG’ê hemû tedbîrên xwe yên parastinê ji derveyê bajar girtiye. Xelekên xwe yên ewlehiyê ava kirine. niha qada herî bi ewle ya Sûriyeyê qada ku di bin kontrola YPG’ê de ye.di alî ewlehiyê tu pirsgirêktune. Dîsa bi heman awayî pirsgirêka dermankirina birîndaran pirsîn. Me jî got ji wan re got endamên çeteyan jî di nav her kesê birîndar li Rojava tê dermankirin û li gorî peyamana navnetewî tevdigerin. Em bi xesasiyet li ser vê disekinin. Mihemed gotinên wiha bi dawî kir: “Ev rewş bo rojava rewşek girînge. Me bi taybet heyet vexwend ku bên pergala me bibînin. Di rojên pêş de emê car bên cem hev.”
EFRİN