Li Bakurê Kurdistanê heta beriya niha bi demeke kurt, beriya hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an slogana hêviya aştiyê xwe di slogan û çalakiyan de dida der, yan jî sloganan rewşeke derûnî dida der ku ayîneya haletî ruhiyeyeke giştî ya girseyên siyasî seferberkirî bû ku li dora peyvên “aştî”, “berxwedan” û “azadî”yê digeriyan. Lewra seferberiya siyasî ya miletê Kurd êdî xurtiyeke siyasî dida der ku di rewşên “normal” de diviyabû xwe di tesewwura nû ya siyasî de li Tirkiyeyê jî bida der.
Lê ya qewimî ne ev bû. Ji binî ve redkirina pêvajoya seferberiya siyasî ya miletê Kurd bi destê dewleta Tirk û hêza wê ya siyasî AKP û êrîşên wê li dijî xwerêveberiyên Kurd kir ku êdî Kurd di kategoriya Tirkiyeyê de nefikirin. Ev ne tesbîteke siyasî ye, lê tercumeya xwedana der a rewşa derûnî ya girseyî ye. Sloganên pêr di çalakiyên li Nisêbînê de jî belkî nimumeyên herî xwerû û tûj in ku vê yekê raçav dikin: “Em ne aştiyê, hema niha şer dixwazin”. Heman navçeyê hîna beriya bi mehekê ji bo rawestandina şer xwepêşandanên mezin ji bo “aştiyê” li dar dixistin.
Çi qewimî ku weke slogan “Em ne aştiyê, şer dixwazin”? Bila ti kes guhê xwe kerr neke li van dengan.
Mesele ne ew e ku şer tiştekî baş e yan na; jixwe di Kurdiyê de şer xirabî ye, û xirabî hevwateya şer e. Ev ne cihê minaqeşeyê ye. Minaqeşe ew e, ka zilm (li Bakurê Kurdistanê bi kirasê dewletê) dikare her ya xwe bi mirovan bide kirin yan na? Dema girseyek siyasî seferber bûbe, wê girseyê hin sînor û bend hilweşandine. Dema hûn ya xwe li ser wê ferz bikin, ew ê red bike û li rêyên têkbirina wê zilmê bigere. Ha ev rewşa derûnî ya girseyî, bersiva şer li dijî zilmê dide, lewma êdî tesewura dewleta Tirk li ber çavên derûnî yên vê civakê weke zalim e. Ma kî dikare aştiyê bêyî ku beriya wê zilmê bi şer bişikîne bi zaliman re bike? Ev erd û mekan aştiyê bi zaliman re qebûl nake û şikandina zilma wan ferz dike. Tecrûbeya kolektîf û bîra kolektîf ne amûrên belesebeb û pûç in; gelek caran ew tedbîrên civakan diyar dikin. Li dijî zilmê şer jî yek ji van tedbîran diyar e ji bo girseyên li bakurê Kurdistanê. Ne tenê Kurd, dijminê Kurdan jî divê bi vê yekê zanibin û rast binirxînin.
Di heman çarçoveyê de sloganên piştgiriya bi berxwena li Bakurê Kurdistanê re divê werin nirxandin, li Başûrê Kurdistanê sînorên Kurdistan parçe dikirin bi sloganên alîgiriya PKK’ê herifîn. ew slogan şikandina bendan in. Ha ji ber wê, hin nivîskarên aligirê “dostaniya” PDK û dewleta Tirk bang li dewleta Tirk dikin, eman were bi hewara PDK’ê ve, yan na va ye PKK li vir xurt dibe! Ha li Başûr sloganên alîgirê berxwedana Bakur vê “dostaniya” derew ji tîrên xwe re dikin armanc.
Slogan ne pûç û belesebeb in, ew danader a rewşeke derûnî ya kolektîf û pîvana asta seferberiya siyasî ne jî. Hem slogana “em şer dixwazin” û hem jî slogana “bijî PKK” peyam in di serî de ji bo dijminê gelê Kurd û hesabên wan, helbet ji kesê fehman re.