“Arz-i Kurd,” tenê di eniya şer de nîne. Di cîhana ku, çeteyên hov, li dewsa hêzên garanî derketine nêçira mirovan, têkoşîna kulturî, edebî jî dike. Kurd, şoreşekê pêk tînin û li Rojhilata Navîn pêşengiya şoreşekê dikin. Lewra nivîskarên Kurd, întelijansiya Kurd jî li gorî demê, gavan diavêjin û dixwazin bibin bersiva demê. Medenî Ferho vê carê, bi rengekî cûda, bi berhemên cûda derket pêşberî xwendevanên xwe.
Ferho bi pirtûka xwe ya ‘Medya, Ziman û Civak’, eniya herî bi bandor ya ‘amurên ragihandinê’ û hêza Kurd a di medya alternatîf de vegotiye. Îdîa Medenî Ferho ew e ku: "Li cîhanê, medya alternatîf tenê medya Kurd e. Rojnamevanên Kurd, bûne mamostayên xwe û bi gotina Halîl Ûysal, 'Bi keda xwe gihane qonaxa profesyoneliyê'. Ajansên Kurd jî bûne çavkaniyên cîhanê."
Ferho balê dikişîne ser medya duopolîst, krîpto rojnamevan û lîberalên deregulasyonê, lewiethanên Kurd datîne ber çavan, rola medya Kurd a di Têkoşîna Azadiya Kurd de vedibêje.
Parçeyek ji dîroka ‘kûmulatîf e’.
Pirtûka ‘Romana Kobanê’ jî, ‘mambêjiyek’ cûda ye. Medenî Ferho wiha dibêje: "Volqanek teqiya ev volqan Kobanê ye. Belkî navê romanê ji bo volqanê hindik e. Teqîna mezin Big-Bang, dikare bibê navê wê. Dema mirov giha radeya teqînê û bedena xwe, mejî, hest û baweriya xwe kirin mertal, teqîna atomî dest pê dike. Canfedatiya li dibistana gundê Serozê bû bingeha serketina li tevahiya cîhanê."
‘Romana Kobanê’ ji romanê bêhtir, qîrînek nû bi stîleke nû ye. Wek çavkaniya romanê jî dikare were dîtin. Roman vekirina dergehê jiyaneke nû ye. Kobanê jî ev dergeh vekir. Romana Kobanê, parçeyek ji dîroka ‘kûmulatîf e’.
Bersiv dide talangerên dîrokê
Di pirtûka sêyemîn a ‘Cîhana Zimanê Kurdî’ de, nivîskar bersivê dide, talangerên dîrokê. Medenî Ferho dide xuyakirin ku, dîroka Kurdan, ji waqanivîsên şecerê, malbatî û fermî yên fezlekê gelekî cûdatir e. Panorama zimanê Kurdî, di dîrokê de, di nexşeya erdnîgariya Kurdistanê de, di medrese, kargeh û wargehên lêkolînên zanistî de derdixe pêş û li hemberî polîtîkayên red û înkarê dike mertal. Mînakên dîrokî, di ziman, alfabe, dewlet, folklorê û hişmendiya kûr û dûr ya civakî de dide; çarçoveya mekanîzmeya parastina gelêrî derdixe pêş.
NAVENDA NÛEÇYAN