FIRÎŞTE MEHMÛD / ROJNEWS / SILÊMANÎ

Çapxaneya helbestvan Pîremêrd ku a 82 salî û ev 56 sal in ku kar pê nehatiye kirin, wê jinûve were çêkirin. Hinek berhemên Pîremêrd jî wê bi awayê berê pê werin çapkirin.

Pîremêrd yek ji helbestvanên navdar ên Kurd e. Navê wî yî medenî, Tofîq kurê Mehmud Axa kurê Hemze Axayê Mesref e. Sala 1867’an li Silêmaniyê ji dayik bûye. Piştî xwendinê dest bi karê rojnamevaniyê kiriye, di sedsala bihurî de xizmeteke mezin ji wêje, şano û rojnamevaniya Kurdî re kiriye bi taybetî jî bi amêra ku ji beriya 82 salan anî bajarê Silêmanî.

Pîremêrd di gelek rojname û kovaran de kar kiriye. Yek ji wan rojnameyên ku herî zêde tê de kar kiriye jî rojnameya Jiyan e. Piştî koçkirina Hisên Nazim Beg wek sêyem rêveberê rojnameyê li Silêmanî dest bi kar dike. Sernivîseriya rojnameyê kiriye, rojname destpêkê ji aliyê şaredariya Silêmanî ve dihate çapkirin, lê ji ber sedema ku şaredarî zêde giringî pê nedida, Pîremêrd hemû karên rojnameyê girt ser xwe û çapxane jî ji şaredariya Silêmanî bi kirê girt. Piştî vê di 14’ê Tebaxa sala 1934’an bû sernivîser û xwediyê rojnameya Jiyan. Lê di 30’yê Tebaxa sala 1937’an de dema bi kirê girtina çapxaneya şaredariya Silêmaniyê temam bû û şaredariyê jî mohleta bikirêdanê jê re nû nekir. Ji ber wê Pîremêrd neçar ma here Bexdayê çapxaneyekê bikire. Di 30’ê Îlona sala 1937’an de Pîremêrd jimara 39’an ya rojnameya Jiyan bi çapxaneya xwe çap kir.

Heta bi hejmara 1714´an

Piştî wefata Pîremêrd di sala 1950’î de, her yek ji Cemîl Saîb, Nurî Emîn Beg û Goran Ehmed Ziring di çapxaneyê de kar kirin ta sala 1963’yan. Jimara herî dawî ya rojnameya Jiyan, jimara 1714’an bû, ku bi wê çapxaneyê hat çapkirin.

Di sala 1980’yî de bi armanca parastina çapxaneyê wek beşek ji kelepora Kurdî, çapxane li muzexaneya Entografî ya bajarê Silêmanî ku girêdayî zanîngeha Silêmaniyê ye, hate danîn. Niha jî çapxane hatiye veguhestin ji bo Navenda Jîn ya li Silêmaniyê û erkê parastina çapxaneyê navenda Jîn girtiye ser xwe.

Ji ber hezkirina Rojnameya Jiyanê

Piştî 82 salan çapxaneya Pîremêrd, li navenda Jîn bi alîkariya rêkxirawa Keşkulî ya ser bi Zanîngeha Emerîkî ku kar di warê parastina keleporê de dikin, hewl tê dayîn ku amûra çapê jinûve were çêkirin. Rêveberê Giştî yê Navenda Jînê, Sedîq Salih derbarê çêkirina çapxaneya Pîremêrd de got; “Li gelek welatan ji bo parastina kelepor û berhemên wêjeyî, çapxaneyên kevnare têne çêkirin û jinûve têne bikaranîn. Ji bona wê jî ji ber heskirina me ya ji Rojnameya Jiyan re me daxwaz ji Wezîrê Rewşenbîrî kir ku çapxaneya Pîremêrd radestî me bikin. Ji bona wê em ê bi alîkariya rêkxirawa Keşkul amûra çapê jinûve çêkin.”

Sedîq Salih wekî din eşkere kir ku armanca wan ew e ku beşeke kêm jî be ew dixwazin hinek ji helbest û berhemên Pîremêrd bi şêwaz û tîpên kevin bi vê çapxaneyê çap bikin.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Sedîq Salih eşkere kir ku wan niha dest bi çêkirina çapxaneyê kirine, wî herwiha diyar kir ku hinek ji parçe û tîpên çapxaneyê wenda bûne ew niha hewl didin van parçeyên wendabûyî ji nûve çêkin.

Têkildarî dema temamkirina çapxaneyê û karpêkirinê de jî Sedîq Salih got; “Çêkirina çapxanê karekî zehmet e, ji ber wê em nizanîn wê kengê temam bibe û em ê kengê dest bi çapê bikin.”