Pirtûka Hînker a Asta Yekemîn ku ji aliyê Enstutiya Kurdî ya Stenbolê ve hatiye amadekirinç. 

Pirûka Hînker a Asta Yekemîn jî aliyê Samî Tan û Ronahî Onan ve ji nûve hat nîvîsandin. Pirtûk heta niha 8 caran hat çapkirin. Di pirtûka ku ji aliyê Şîrketa LDT ya Weşan Çapemenî, Çand û Zanistiya Zendê ve derket, bi nûkirinek mezin derdikeve pêşberî xwendekarê xwe. Hînkera ku berê 112 rûpel bû, niha 175 rûpelan hat amadekirin. Hînker hem bi rûpelên zêde, hem bi naverok û devokek dewlemend û hem jî mijarên cudatir ên wekî "roja tê bixer" û "rojbaş" hat çapkirin. Hînker wek metnên stranan, gotinên pêşiyan, biwej, naskirina xwarina herêmî û hwd. Nivîskarê Hînkerê Samî Tan têkildarî guhertina Hînkerê ji DÎHA'yê re axivî. 


'Li ser forman rexne hebûn'

Tan anî ziman ku dema Hînkara kevin çap dikirin hin tişt diguhartin û wiha got: "Me ev Hînker ji nû vê nivîsî. Ji ber rexnên wek pir erîltîste me ev pewîstî dît û ji nû vê çap bikin. Me rexneyên hatîn esas girtin û Hînker nû kir." 

Tan derbirî ku yek rexneya ku ji wan re hatiye jî ew e ku ji zimanê gel dûre û wiha domand: "Di nava gel de gelek forme cuda hene. Me tene formak bi kar anî bû. Di wî warî de rexne hebûn,  me ev jî esas girtin û me di pirtûkê de zimanê gelerî bi karanî." 

Tan diyar kir, ku wexta kesek hînî zimanekî bibe bi were hînî erdnigarî û çanda we jî dibê û ji ber vê jî di pirtukên de cih danê çand û ernigariya Kurdan. Tan li ser girîngiya parastina ziman jî rawestiya û ev tişt anîn ziman: "Bi ziman re hinkirina erdnigarî û çandê bi xwe re hişmendiya parastina zimanê Kurdî jî tîne."


'Xebata me berdewam dike'

Tan, daxuyand ku xebatên wan ji bo guhartina pirtûkên asta duyem û sêyem jî hene û got: "Belkî ne wek pirtuka asta yekem ji nû de were nivîsandin. Lê dê guhertinên din çêbibin. Di pirtûka asta duyem û sêyem de emê ji metnê çekirî zedetir metnê otantik bi kar bînin." 

Tan derbirî ku xebatên wan yê ji bo meteryalên alikar jî didomê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Niha xebata me ya Fernamê berdewam dike. Lê ji bili wê jî em dixwazin meteryalên wek video, deng û hwd. jî zede bikin." 


 DÎHA/STENBOL