Kovara bi navê Hêvî di salên 1912ê dema Osmaniyan de ji alî xwendakarên Kurd ve dihat derxistin û piştre ji alî dewleta Osmanî ve hat qedexekirin. Kovara bi navê Hêvî ji alî xwendakarên Kurd ên li Enqerê ve ji nû ve hat derxistin. Kovara çandî, hunerî û wêjeyî Hêvî bi Kurdî çap dibe. Kovarê dahata hejmara yekemîn şandibû ji Kobanê re.


Naveroka kovarê 

Di vê hejmarê de amedekarên kovarê jiyan û têkoşîna Celadet Bedirxan bi berfirehî digire dest û rêwitiya wî ya Hawarê bi helbestên wî dixemilîne. Her wiha helbestkarên mezin yên klasîkên Kurd bi serenavê “Edebiyata Klasîk a Kurd” hatine danasîn. Ceribandina Montaigene jî bo Kurdî hatiye wergerandin.

Kovar di vê hejmara xwe de li ser Amedê dosyeyeke berhev amade kiriye. Ji xeynî dosye û portreyan, danasîna fîlm, helbest, gotarên cûr bi cûr jî di kovarê de hene.

Kesên ku dixwazin bi kovarê re têkilî deynin, dikarin li ser navnîşana kovarahevi@gmail.com ji kovarê re binivîsin. 


ENQERE