Ji nû ve konsera Ciwan a 1992’yê
Li ser youtubeyê dîmenên konsereke Ciwan Haco hatibûn belavkirin. Ev dîmenên bi kamerayeke ne profesyonel girtî ji sala 1992’an mane. Hingê Ciwan Haco çûbû Rojavayê Kurdistanê û ev dîmen jî li Qamişloyê hatine girtin. Ciwan Haco konsereke nav malê dide qederê 50’î kesî.
Red Musicê hin xebatên restorasyona deng û dîmen li ser vê qeydiya vîdyoyê kirin. Deng kir stereo, dîmen hatin restorekirin. Red Musicê ev vîdeoya restorekirî jî doh li ser hemû platformên dîjîtal parve kirin. NAVENDA NÛÇEYAN