Li Qandîlê balafirên şer ên tirk heta niha gelek caran gundên herêmê bombe kirine û gelek caran di encama bombebaranê de gelek welatî û sewalan jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî çend roj berê dîsa balafirên şer ên tirk sînorê Herêma Federal a Kurdistanê derbas kir û çûn herêm bombe kir. Piştî bombekirinê heyeta qelebalix ku di navde parlamenter, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî jî hebûn çûn gundên herêma Qandîlê ziyaret kir. Di bombekirina dawî de bi sedan sewal mirar bûn û bi sedan xanî hilweşiyan.

Endam û rêveberên partiyên siyasî û Parlamenterê Tevgera Goran Ferman Êzedin û gelek nûrenên saziyên sivîl ên civakî çûn herêmê. Endamên heyetê diyar kir ku Balafirên Şer ên Tirk demek berê li gundê Sile û Zergele bombe kirin e. Heyetê li gund bi gundiyan re piştî bombekirinê civîn pêk anî û civinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di ziyaretê de li ser navê heyetê Şaredarê Qendilê Şêx Omer diyar kir ku di şoreşa gel a herêmê de gelê Qandîlê û gelê Kurd bedelên giran dan û wiha got: "Lê mixabin niha em dinerin gundê me û malên me tên bombekirin. Heta niha li dijî vê yekê me gelek caran serî li parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê da, lê me tu encam bi dest nexist.
Parlamenterê Tevgera Goranê Ferman Êzedîn jî diyar kir ku piştî wan li Qandîlê lêkolîn kir û li welatiyan ghudar kir dê raporekê amade bikin u peşkêşi meclîsê bikin.
Heyetê piştre Navenda Ciwanan a Qandîlê ku ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatibû bombekirin jî ziyaret kir.

RANYA