
Penciwînî pêr ji bo radestkirina nameyên Ocalan û Karayilan çû avahiya Polîtburoya Yekitiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) ya li Silêmanîyê û ji aliyê xanima Serokkomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî Hêro Îbrahîm Ehmed ve hate pêşwazîkirin.
Penciwînî da zanîn ku Ocalan di hevdîtina xwe ya ku bi şandeya BDP’ê re pêk anîbû de name ji Talabanî re şandiye, şandeya BDP’ê jî nameyê radestê wî kirine, lê ji ber ku Talabanî û hevsera wî Hêro Îbrahîm Ehmed li derveyê welat bûn, ew li benda vegera Hêro Xan mane.
Daxwaza başbûnê
Penciwînî derbarê naveroka nameya Ocalan de agahî da û diyar kir ku Ocalan girîngiyê dide rewşa tenduristiyê ya Talabanî û daxwaz kir ku demek beriya demekê bigihe tenduristiya xwe û baş bibe. Penciwînî got: “Birêz Ocalan xwest ku Mam Celal di demeke zû de vegere hola siyasetê û ji bo çareseriya pirsgirêk û aloziyên li Iraq û herêmê hewl bide. Birêz Ocalan di nameya xwe de bîranînên xwe û serok Mam Celal bi bîr xist û diyar dike ku ew û Mam Celal, li Libnan û deverên din bi hev re mane. Di nameya xwe de behsa hin bîranînên xwe yên bi Mam Celal re dike û dide diyarkirin ku ew û Mam Celal di mijara doza Kurd de xwedî heman nêrîn û ramanan bûn.”
Peciwînî destnîşan kir ku Ocalan di nameya xwe de balê dikişîne ku Talabanî ji bo pêkhatina pêvajoya aşitiyê ya li Bakûrê Kurdistanê bi qasî 16 salan rol wergirtiye û got: “Ez dixwazim Mam Celal bi tenduristiyeke baştir û saxlem vegere, û pêvajoya aşitiyê ya ku hatiye destpêkirin bi çavên xwe bibîne.”
Siyasetmedarê Kurd Penciwînî da zanîn ku wî nameyeke ji Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan jî bo Talabanî aniye. Karayilan jî di nameya xwe de daxwaza başbûna Talabanî dike.
ANF/SILÊMANÎ