Ligel hezaran kesên ku piranî ciwan bûn, rêvebirên HDP û DBP, endamên saziyên sivîl ên civakî malbatên şervanên ku jiyana xwe ji dest dane beşdarî konserê bûn. Di konsere de ji bo Ocalan standek hat danîn û ji bo azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin.

Konsera ku bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir bi stranên hunermendên ciwan ên Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran dest pê kir. Piştre Koma Arîn Mîrkan a Erbaneyê derket ser dikê û bi dengên xwe yên zîz hezaran kesan mest kirin. Stranên komê her tim bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Kobanê” qut bû.

Di konsera ku her ku çû qelebalix zêdetir bû de Hevserokê DBP’a Colemêrgê Musa Çîftçî jî axaftinek kurt kir û diyar kir ku dîroka Rojhilata Navîn bi siyaseta gelê Kurd tê nivîsîn. Konser bi stranên hunermend Hozan Diyar heya derengiya şevê bi govend gerandina hezaran ciwanan bi dawî bû. 


Li Geverê konsera ciwanan

Meclisa Ciwanên BDP û HDP'ê bi dirûşma “Bi Arînan ciwanên rêxistinkirî ber Rêbertiya azad ve” bi tevlibûna hezaran kesan konserek li dar xist. Di konserê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka DBP a Geverê Onur Canan axivî û diyar kir ku konsera li dar xistine ji bo dijmîn şerekî derûnî ye. Di konserê de hunermend Serhedo, Îbrahîm Revandir, Koma Hebûn, Koma Awazên Rojê, Koma Guldexwîn, Koma Awazên Gever û Koma Şunwar derketin li ser dikê.  

 DÎHA/COLEMÊRG