Di çalakiya li Hambûrgê hat li darxistin de serokê CÎK’ê Melle Muhyedîn, melleyê Mizgefta Şêx Seîd Melle Saîd, nivîskar Serhat Bucak, hevserokê YEK-KOM’ê Yûksel Koç û jimarek zêde kes tevli bûn. Daxuyaniyên ku bi zimanê Kurdî, Tirkî û Elmanî hat xwendin de êrîş û komkujiyên ku dibin navê dîn de li ser gelên li Rojavayê Kurdistanê tên meşandin de hatin şermezarkirin. Di mîtingê de hêzên ku alîkarî û fînanse didin komên çete hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de çalakvanan de bal kişandin ser alikariyên ku DYE, hin welatên Ewropa û Tirkiye ku alîkarî didin hêzên ku sûcê mirovahî dikin û hat gotin ku tû girêdanek ya van hêzan bi îslamiyetê re tûneye. Di dawiya mitîngê de ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya di 9’ê Çile 2013’an de li Parîsê hat kirin de, banga tevlî bûna meşa meşaleyî a ku wê 12’ê Sibatê saet di 17.00’an de li Hachmannplatz’ê were li darxistin kir.

HAMBURG