Di calakiya li Berlinê de li ser navê Civaka Êzîdiyan ya Kurdistanê Pêşîmam Heznî Omer, li navê Komeleya Federasyonên Elewiyan ya Kurdistanê Pîr Mistefa Deprem, li ser navê Civaka Îslamiya Kurdistanê Mele Seîd û li ser  navê Mesihiyan nûnerê Asurî - Siryaniyan jî Sîmon Yonaw beşdar bûn. Çalakvan pêr saet 15.00 an de li qada navdar Berlînê, li Potsdamer Platzê li hev kom bûn. Di çalakiyê de herwisa gelek sazî û rêxistinên çepgir, sosyalîst û demokrat jî li gel bawermendan cihên xwe girtin û destek dan çalakgeran. Çalakiya oldarên Mezopotamyayê ji aliyê NAVDEM, ABDEM û wisa jî bi desteka bêtirî 30 rêxistinên Alman, Tirk û aliyên pêşverû ve jî hat destekirin.

Di meşê de rojnamevan Nick Brauns ku axivî wiha got: “Xwestina jiyaneke birûmet û azad ya li ser bingeha hevaltî û biratiyê ye. Yên vê biratiya me xera dikin; dewleta dagirger û hevalbendên wê yên wek hikûmeta Almanya û serokwezir xanim Merkel in. Êmê bi hemû hêza xwe ve li dijî van êrîşên hovane derkevin.” 

Hevserokê NAVDEM ê Yuksel Koç jî pêşeng û nûnerên olên Mezopotamyayê silav kir û wiha got: “Cara yekê ye ku ev her çar olên cihê yên Mezopotamyayê di qadekê de bi hev re dimeşin. Helbet em Kurd, Tirk, Alman, sosyalîst û gelek kesên li dijî şer û yên demokrat jî li vir in. Em hêvîdar in ku ev tablo wê li Kurdistan û li tevahiya Mezopotamyayê û Anatolyayê jî bibe nimûneyeke baş ji bo jiyana gelê me. Wisa jî dijminên gelan ji xwe dersê jê derxînin.”

Di çalakiyê de li ser nave Komîteya Rêveber ya meşê jî endamê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Mele Mehmed Çagli jî wiha axivî: “Em serbilind û serfiraz in ku îro li cihekî wek Berlînê her çar olên Mezopotamyayî di sengerekê de ne. Daxwaz û mirada me tevan ev e ku şerê li Kurdistanê li ser gelê me tê kirin bê sekinandin, em vê terora dewlata Tirk şermezar dikin. “

Heriwisa di çalakiya cihêreng û dîrokî ya li Berlînê de nûnerên loan bi axaftinên xwe ve ev peyam dan:

Pêşîmam Heznî Omer: “Divê em baş bizanin ku ev rejîma ku AKP û Erdogan nûneriya wê dike, li ser gelan siyaseteke tinekirinê dimeşîne. Erdogan û hevalbendên wî yên xwînxwar komkujî bi ser me de anîn û tînin. Lê bila bizanibin ku Êzîdî her dem bi gerîla, şervan û şehîdên xwe re ye, bi berxwedana Cizîr, Amed û tevahiya Kurdistanê re ye.”

Mele Seîd: “Niha tevahiya cîhanê lenetê li wan dibarîne. ji bir nekin, hûn bi tank û topan û kuşhtin û barbariyan nikarin gelê Kurdistanê û mirovahiyê têkbibin. Emê li ber xwe bidin, bi hêza Xwedê serkeftin ya gelê Kurd û ya mezlûman e”.

Pîr Mistefa Deprem: “Îro ev tevgera me ya ku her çar bawerî û olên Mezopotamyayê anîne cem hev, bi peyameke kûr û xurt ve dagirtî ye. Ev peyam peyama heqîqetê ye. Em gelê xwe û hemû mirovahiyê dawetê destek û alîkariyê dikin, ev daweta yekîtiyê ye. Divê hemû bawerî, ol û aliyên dijî zilmê li dora gelê Kurd bibin xelek, bibin çeper.“

Simon Yanow: “Beriya 100 salan gelê me yê asurî siryanî qir kirin, niha jî Kurdan, Kurdên êzîdî û gelên li Mezopotamya û li Rojhelata Navîn mayîn qir dikin. Bila cîhan jî vê rastiyê bibîne; di navbera me gelan û baweriyan de ti pirsgirêk nînin, pirsgirêka heyî û ya li serê me bûye bela dewleta Tirk û rejîma wê ya faşîst e. Bila dev ji siyaseta xwe ya durû berdin, alîkariya wan nekin.”


YEKO ARDIL/BERLÎN






Êzîdî li dijî hovîtiya AKP’ê meşiyan


Li dijî terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, Kurdên Êzîdî yên li Elmanyayê dijîn bi pêşengiya FKÊ meşeke dirêj a 30 km lidar xistin. Bi qasî 1000 Kurdên Êzîdî li bajarê Elmanya Bûrgdorfê li hev civiyan û heta bajarê Celle bi qasî 30 kîlometreyan meşiyan. Girseya gel pêr saet di 09:00 de dest bi meşa xwe kirin û tevî baranê jî bi qîrîna dirûşmên li dijî terora AKP’ê, heta Celle meşiyan û li vê derê mîtîngek pêk anî. Mîtînga li navenda bajarê Celle saet di 15:30 de bi xwendina peyama FKÊ bi dawî bû. 


 CELLE