Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana 10’ê Tîrmehê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Onder û Zana ji bo hin hevdîtinan pêk bînin doh derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bûn. Zana û Onder di serî de bi Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî, Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesud Barzanî û Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, bi rêveberên sazî û partiyên Kurd re di serî de der Kongreya Neteweyî ya Kurd û Rojava, pêşveçûnên dawî yên li herêmê dê bigirin dest.
Li gel vê dê heyet nêrînên Ocalan ên der barê yekîtiya Kurd, kongreya neteweyî, êrîşên dawî yên DAIŞ û nelihevkirinên di navbera Kurdan de ji rêveberiya Herêma Kurdistanê re ragihîne.
Di vê navberê de, hefteya borî dema Barzanî ziyareteke krîtîk li Enqere pêk anîbû, Zana xwestibû bi Barzanî re hevdîtinekê pêk bîne, lê ji ber karê zêde yê heyeta Barzanî hevdîtin pêk nehatibû.
Wê danûstendin û hevdîtinên heyetê hefteyekê bidomin.
AMED