Dr. Kamûran Berwarî li ser peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji RojNewsê re axivî û wiha got: “Peyama Rêber Apo di demekê de ye ku şaristaniyet û mirovatî li Rojhilata Navîn di nava metirsiyê de ye. Lewra peyam giştî û felsefiye, bersiveke rewşên xirab ên niha ye.”
Berwarî di berdewama axaftinên xwe anî ziman ku peyama Ocalan ji bo Tirkiyê pir giringe û wiha got: “Peyama Ocalan ji bo Tirkiyê giringe, ji parçebûn û mirinê diparêze. Herwiha ji bo rewşa Sûriye û Lîbyayê jî giringe. Herwiha ji bo tevgera azadiyê ya gelê kurd jî pir giringe û piştî 21’ê Adarê gelê kurd wê bi awayekî din xebat û tekoşînê bimeşîne. Ocalan nexşe rêya vê tekoşîn û berxwedanê diyar dike.”
Mamostayê zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku divê sûd ji peyama Ocalan bê wergirtin û di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Pêwîste Rojhilata Navîn û gelê kurd sûd ji peyama Rêberê PKK’ê wergirin. Ji ber ku di peyama wî de pirsa aştî, azadî, demokrasî, mafê mirov, pirsa konfederalî li Tirkiye û Rojhilata Navîn dike. Herwiha behsa metirsiya çeteyên DAIŞ’ê jî kiriye.”
KAWA HISÊN/ROJNEWS/DIHOK